“Ji ber valahiyên qanûnî pirzewacî li Mexribê didome”
Parêzvana mafên mirovan Eyşe El Hayyan got ku mijara pirzewaciyê yek ji diyardeyên cudahiya eşkere di nava malbatê de ye, ji ber ku malbatên Mexribê hinek veguhertin nas kirine lê hîna bi giştî nekariye pêşiyê li pirzewaciyê bigire.
HENAN HARIT
Mexirb- Hikûmeta Mexribê ji bo pêşîlêgirtina pirzewaciyê bêtir sînoran ferz dike. Yanî tevî ku Qanûna Malbatê ya di dawiya sala 2003'an de ji hêla desthilatdariyê ve hatiye pejirandin jî şertên hişk li ser pirzewaciyê heya xala qedexekirinê destnîşan dike lê ew di prensîbê de tenê di rewşên awarte de tê dîtin. Tevgerên jinan di wê baweriyê de ne ku valahiyên qanûnî li ser pirzewaciyê hene ku ev yek heqaret û binpêkirina mafên jinên Mexribê ye, ji ber ku deng ji bo qedexekirina pirzewaciyê bi yekcarî bilind dibe.
Sînorkirina pirzewaciyê
Seroka Komeleya Xebata Jinan Eyşe El Hayyan ji ajansa me re axivî û got: "Parlamenterê Mexribê mijara pirzewaciyê sînordar kirine û şert û merc danîn lê dîsa jî em hin rewşên cuda tomar dikin û em vê yekê wekî heqaret li ser jinan dinirxînîn."
Eyşe El Hayyan ev yek diyar kir: "Dadgeh îsbata zewaca duyemîn qebûl nake, heya ku mêr xwedî hin hincetên awarte û objektîf nebe ku ew jî dosyaya tenduristiyê ya jina yekem û şiyana aborî ya ku destûrê dide wî ku debara du malbatan bike. Ji dema ku her du pîvan ji aliyê Qanûna Malbatê ve hatin danîn, rêjeyek kêm di diyardeya pirzewaciyê de hatiye tomarkirin. Ji ber ku dadgeh gelek caran van daxwazan red dike. Tevî vê astengkirinê jî di hin rewşan de pêkanîna wê binpêkirina maf û rûmeta jinan e."
Binpêkirina rûmetê
Parêzvana mafên mirovan Eyşe El Hayyan got ku mijara pirzewaciyê yek ji diyardeyên cudahiya eşkere di nava koda malbatê de ye, ji ber ku malbatên Mexribê îro çendîn guhertin û veguhertinan nas kirine. Ne maqûl bû ku li ser komek nivîsarên bandorê li rûmeta jinan dikin û heqaretê li jinan dike were bêdengkirin. Zewaca mêr bi jina duyemîn re tê wateya binpêkirina mafên jina yekem û binpêkirina rûmeta wê.
Eyşe El Hayyan da zanîn ku sedemên tevgerên jinan ên li Mexribê ji bo qedexekirina pirzewacî, vedigere xirabûna dadrêsiya dadwerî ya çewt bi riya pejirandina wek nimûne, nexweşî yan nebûna zarokbûnê.
Guhertina koda malbatê
Êdî dem hatiye ku guhertineke berfireh a koda malbatê û nûvekirina wê bi formulasyoneke qanûnî ya zelal ku rêzê li rûmeta jinan bigre pêk were ku hevahengiya bendên wê bi destûra Mexribê û peymanên navneteweyî yên ku ji hêla Mexribê ve hatine pejirandin misoger dike. Ne gengaz e pejrandina peymanan bêyî ku xebat were kirin pêk were.
Eyşe El Hayyan behsa wê yekê kir ku pêşketinên di civaka Mexribê de di van salên dawî de çêbûne, bi taybetî di warê mafên jinan de, îro êdî nayên qebûlkirin û tenê guhertinên qismî li qanûnan zêde dikin û wiha domand: "Em bi hewceyî qanûnên li ser bingeha referansa mafên mirovan in ku edalet û wekheviya di navbera her du partiyan de pêk tine."
Valahiyên qanûnî
Meclisa Mexribê di beşa duduyan a qanûna malbatê de mijara pirjiniyê organîze kiriye û xalên 40 heta 46 ên Qanûna Malbatê jê re hatine veqetandin. Yanî xala 40’î ya zagona malbatê dibêje: "Ger di navbera jinan de edalet tunebe, pirzewacî qedexe ye her wiha ger şertê hevjîna wî hebe ku nezewice dîsa qedexe ye. Lê di xala yekem a madeya 42'an de wiha tê gotin: "Ger şertê dûrketina ji pirzewaciyê tunebe, kesê ku bixwaze wê daxwaza destûrê pêşkêşî dadgehê bike."
Parêzer Zahia Amou di wê baweriyê de ye ku di Qanûna Malbatê ya Mexribê de çend valahî hene ku rê dide domandina pirjiniyê, û ku derfetê dide mêr ku xapandinê bike.
Têkildarî rastiya ku ji hêla mêr ve ji bo daxwaza pirjiniyê li Mexribê dikare were meşandin, Zahia Amou ev yek diyar kir: "Zilam daxwazê pêşkêşî Dadgeha Seretayî dike û pêdivî heye ku daxwaza wî bi belgeyên ku rewşa wî ya aborî îsbat dikin were piştgirîkirin û rastdariya objektîf a awarte ya ku ji hêla Xala 42 ya Qanûna Malbata Mexribê ve tê xwestin îsbat bike. Ev yek jî nîşan dide ku destûra pirzewaciyê bi pêkanîna van tiştan ve girêdayî ye: Hebûna çavkaniyên têr ji bo pêkanîna erka xwe ji bo xerckirina malbatê û hebûna rastdariyek objektîv û îstîsnayî li pişt xwesteka wî ya pirzewaciyê ku dosyaya bijîjkî ya jina yekem e, piştî vê yekê, daxwazname ji dadgeha mafdar re tê şandin. Bi vî awayî Dadgeh gazî hevjîna yekem dike û piştî ku ew gazîname werdigire û beşdarî danişîna dadgehê dibe, dê bi wê re nîqaş bike ka gelo razî ye yan na ger jina yekem bi pirzewaciya mêr razî be, dadgeh dê dozê ji bo nîqaşê veqetîne da ku bi pejirandina serlêdanê re biryar bide heke daxwaz hemû hêmanan li hev bicivîne û dadgeh vê yekê wekî sedemek pirzewaciyê bihesibîne, yan jî ger ku dadgeh hêmanên qebûlkirinê nebîne daxwazê red bike."
Betalkirina daîmî
Zahia Amou diyar kir ku ev qanûn li ser jinan neheq in û hêviyên wê yên jiholêrakirina wan bi awayekî mayînde hene. Ji ber ku mijara pirzewaciyê bandorê li rûmeta jinan dike û malbat û zarokan naparêze.
Zahia Amou ev yek anî ziman: "Di dema pirzewaciyê de xirabûna sepandinê heye, ji ber ku şopandin tune ye û çavdêrî tune ye. Divê du şertên bingehîn di ezmûnê de bên zêdekirin ku ew jî gelo bi rastî jina yekem nexweş e û sînorên nexweşiya ku mêr ji ber wê daxwaziya pirjiniyê dike çi ne."
Zahia Amou wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mixabin hin nivîs û serlêdan hene ku bi kêrî mêran tên, ji ber ku qanûnên me yên bi zîhniyeta paşverû hene."
Hêjayî bibîrxistinê ye ku wezîrê Dadê yê Mexribê Ebdullatîf Wehbî di rûniştina pirsên devkî de li Meclisa Şêwirmendan (Odeya duyemîn a parlamentoyê) di 19’ê Nîsanê de, eşkere kiribû ku heya niha, li padîşahiyê platformek dîjîtal a girêdayî kesên zewicî tune ye ku nasnameya her kesê zewicî bi riya platformek dîjîtal ve gengaz dike ku ew jî wekî gavek ber bi danîna bêtir sînordarkirina ji bo pêşîgirtina pirjinî ve ye.
Rayedarê hikûmetê ev yek diyar kir: "Nebûna vê platformê, ji bo hin hevjînan xapandinê hêsantir dike, bi riya veguhestina ji bajarekî bo bajarekî din ji bo bidestxistina sertîfîkaya bêzewaciyê û ji nû ve bizewicin û bibin xwedî zarok. Her wiha divê ji bo rêgirtina li pirzewaciyê û jiholêrakirina wê, metnên zelal bên danîn, ji ber ku rêz li hestên jinan û mirovatiyê nagire, malbat û zarokan naparêze. Ew zagonên neheq in li dijî jin, zarok û malbatê, nemaze ku ev mijar bi zîhniyet û paşverûtiyên mîrasî û her wiha bi şert û mercên aborî ve girêdayî ne."
Tê pêşbînîkirin ku qeyd dê pêşî li xapandinê bigire, ji ber ku karmendê belgeya bêzewaciyê jê re tê dayîn ew ê bikaribe bi riya platforma qeydkirina kesên zewicandî statûya malbatê ya serlêder bibîne, li gorî ku Wezîrê Dadê yê Mexribê ragihand.