Ji ber “stranên Kurdî” li Leyla Guven û 8 girtiyên dinê lêpirsîn vekirin

Li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê ji ber bi boneya 15’ê Tebaxê jinên girtî ji xwe re şahî li darxistine û stran gotine di derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di nav de di derbarê 9 jinên girtî de bi hêceta “stranên Kurdî” gotine lêpirsîn hat destpêkirin.

 
Navenda Nûçeyan - Li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê binpêkirinên mafan ên berdewam dikin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Cîgira Sseroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok Çîçek jî di nav de derbarê 9 jinên girtî de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.
Li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê ji ber bi boneya 15’ê Tebaxê jinên girtî ji xwe re şahî li darxistine û stran gotine di derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin. Bi hêceta ku jinên girtî “stranên Kurdî” gotine û bi zimanek nayê famkirin bi devkî stran gotine û li ber govend girtine lêpirsîn hatiye destpêkirin.