Ji Ayşe Gokkan bersiva darazê: Jin, Jiyan, Azadî!

Berdevka demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan a girtî, di yekemîn danişîna doza ku der barê wê hat dest pê kirin de, bi berz kirina dirûşma "Jin jiyan azadî" bersiva darazê da.

Navenda Nûçeyan- Ji nû ve darizandina Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a ku der barê wê de bi sûca “bi zanebûn û xwest alîkariya rêxistinê kirin” 30 sal cezayê hatibû dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat betalkirin, dest pê kir.

Yekemîn danişîna dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ayşe Gokkan û parêzerên wê, TJA’yê, Komeleya Jinan a Rosa, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan û rêxistinên civak sivîl jî tevlî danişîne bûn.

‘Ez dadgeha we red dikim’  

 

Ayşe Gokkan parastina xwe bi kurdî kir û îşaret bi wê yekê kir ku di danişîna wê ya dawî de parêzerên wê bi darê zorê polîsan ew ji danişînê derxistine û got: “Ji ber di danişîna dawî de we nêzîkatiya nîşanî min û parêzerên min da, ez dadgeha we red dikim. Heyeta ku min û parêzerên min nas neke, ez jî wê heyetê nas nakim. Dadgehên we veguherîne pergala nêçîr û nêçîrvaniyê. Parastina min a li vir 'jin jiyan azadî' ye ku li cîhanê hemû belav bûye.” 

‘Em xwe azad hîs nakin’

Parêzerên Ayşe Gokkan, jî axivîn û destnîşan kirin ku ji ber helwesta dadgehê ew di danişînan de di dema parastinê de xwe azad hîs nakin û ew ji biryarên dadgehê bi guman in. Parêzeran anî ziman ku hiqûqa dijminatiyê li dijî miwekîla wan tê sepandin. 

Di danişînê çalakî

Dadgehê ji bo daxwaza reda dadgerî ya Ayşe Gokkan û parêzeran binirxîne eywana danişînê da valakirin. Di vê kêliyê de dema Ayşe Gokkan birin eywana lêsekinandinê dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir û tiliyên xwe serkeftinê nîşan da. 

Dadgehê daxwaza reda dadgerî red kir û danişînê taloqî 18’ê çileya 2023’yan kir.