Ji AYM’ê der barê Laleş Çelîker de duyemîn biryara binpêkirinê: Darizandin dê ji nû ve bê dîtin

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê Laleş Çelîker a ku ji ber cezayê muebetê ya li dadgeha Ewlehiyê hat dayîn 25 sal in di girtîgehê de tê girtin, der barê dosyayê de cara duyemîn biryara binpêkirinê da.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Ji Laleş Çelîker a ku di Nîsana 1997'an de bi hinceta tevlibûna çalakiyên li Êlihê hatibû binçavkirin û wê demê li Dadgeha Ewlekariya Dewletê hat darizandin, cezayê muebetê hat birîn. Cezaya hat dayîn, ji aliyê parêzeran ve destpêke sewqî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û piştre jî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat kirin. Dosyaya ku di sala 2007'an de AÎHM'ê û di sala 2016'an de jî Dadgeha Destûra Bingehîn biryara binpêkirinê dabû, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku li şûna DGM'yê ku di sala 2016'an de hat girtin dinêrt, ji nû ve hat dîtin. Dema di dosyaya hat dîtin de ji Laleş Çelîker re heman ceza hat dayîn, dadgehê ji bo dosyaya ku sewqî Dadgeha Destûra Bingehîn hat kirin ji nû ve biryara binpêkirinê da. Dosyaya Laleş Çelîker a 25 sal in di girtîgehê de ye, piştî biryara binpêkirinê dê cara duyemîn ji nû ve bê dîtin.

Tevî biryarên binpêkirinê jî 25 sal in di girtîgehê de ye…

Ji parêzerên dosyayê Îbrahîm Çelîker ku em bi wî re li ser mijarê axivîn, da zanîn ku darizandina dosyaya ku du caran biryara binpêkirinê hat dayîn ji nû ve bê ditîn dê piştî betlaneya edlî bê dîtin. Laleş Çelîker a ku 25 sal in di girtîgehê de ye niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Kandirayê dimîne. Laleş Çelîker a ku herî dawî tevî siyasetmedarên ku bi wan re dimîne re bi vîrusa koronayê ket, tevî biryarên binpêkirinan ên dadgehan dane jî 25 sal in bi awayekî bêhiqûq di girtîgehê de tê girtin.

Tirkiyeyê biryara AÎHM'ê ya darizandina ji nû ve pêk neanî!

Dadgeh ji Laleş Çelîker a ku di Nîsana 1997'an de li Êlihê tevî bê çek hat binçavkirin jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Dadgeha Ewlekariya Dewletê tê darizandin re cezayê îdamê dide. Ji ber ku wê demê li Tirkiyeyê cezayê îdamê hat rakirin, ceza veguherî cezayê muebeta giran û piştre ji ber reftarên baş jî veguherî cezayê muebetê. Piştî ku ceza hat dayîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, dosya ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re hat şandin. Di serlêdana ku ji AÎHMê re hat kirin de hat îdiakirin ku ji ber ku di heyeta DGM’ê de hakimek leşkerî heye darizandineke serbixwe û bêalî nehatiye pêkanîn, di qonaxa ewil a lêpirsînê de ji aliyê mudafî ve nehat temsîlkirin û ji bilî îfadeya wê ya ku di bin zextê de hat girtin tu delîlên ku mehkûmkirinê pêkbîne tune ye û derbarê dosyayê de biryara binpêkirinê hat dayîn.

Dadgehê cezayê ku DGM'ê daye dubare kir! Parêzeran, li ser biryara îhlalê, ji bo darizandina ji nû ve bi benda CMK’ê ya 250 serî li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn dan. Dadgehê bi biryara xwe ya sala 2013’an dabû re, daxwaza ji nû ve darizandinê red kir. Parêzerên Laleş Çelîker ên ku ji îtîraza ku li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat kirin de jî tu encam negirtin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Dadgeha Destûra Bingehîn a serlêdana hat kirin nirxand, biryar da ku di çarçoveya biryara AÎHM'ê de Laleş Çelîker ji nû ve were darizandin, biryar bişîne 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku li şûna DGM'yê ku hat girtin dinêre û înfaz bê rawestandin.

Dadgeha Destûra Bingehîn cara duyemîn biryara binpêkirinê da

Di pêvajoya darizandinê ku di sala 2016’an de piştî biryarê dest pê kir de, dadgehê di sala 2017’an de biryara xwe da. Tevî biryara binpêkirinê jî 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji Laleş Çelîker a cezayê muebetê ku li DGM’ê hatibû dayîn, da. Parezêrên wê, piştî ku biryar ji aliyê Dadgeha Îstînafê û piştre jî Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, ji nû ve serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Dadgehê ji serlêdana ku di sala 2018'an de hat kirin re, di meha Sibata borî de bersiv da. Dadgehê bi dubarêkirina biryara binpêkirinê ya berê, biryara ji nû ve darizandinê da.

Daxwaza berdanê ya ku piştî biryara binpêkirinê hat kirin hat redkirin

Parêzer Îbrahîm Çelîker ku em der barê mijarê de pê re axivîn, der barê pêvajoya piştî biryara binpêkirinê bê jiyîn de van agahiyan parve kir: “Di serlêdana me ya ku me sala 2018’an de kir, di Sibata 2022’an de biryarek hat dayîn. Di biryarê de der barê Laleş Çelîker de bi hinceta ku mafê darizandina adilane hat binpêkirin û mafê gihandina dadgehê hat binpêkirin, biryara ji nû ve darizandinê hat dayîn. Dosya niha di 5'emîn daîreya cezayê giran de tê dîtin. Me rawestandina înfazê û bi berçavgirtina pêvajoya girtî maye daxwaza berdana wê kir lê daxwaza me hat redkirin. Niha der barê dosyayê de rojek danişînê nehat dayîn. Ji bilî wê, bi bidawîbûna betlaneya edlî re dê dadgeh roja danişînê bide û darizandina wê ji nû ve dest pê bike. Di encama vê darizandinê de dê ji nû ve hukum bê dayîn.”