“Hewesa hikûmetê ya dadgehkirina Geziyê bi dawî nabe”

Yek ji parêzerên doza Geziyê Evren Îşler beriya danişîna çaremîn a Berxwedana Geziyê ya ku dê di 17’ê Çileyê de pêk were, ji ajansa me re axivî.

ELÎF AKGUL
Stenbol- Çaremîn danişîna doza Berxwedana Geziyê ya ji nû ve hat dîtin dê di 17'ê Çileyê de li 30'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. Beriya danişînê yek ji parêzerên dozê Evren Îşler asta hatina dozê û bêhiqûqiyan ji ajansa me re nirxand. Evren Îşler destnîşan kir ku merheleya doz gihîştiyê encama siyasîbûna darazê ye, diyar kir ku îdianame ne "îdianame" ye û got; “Tu sûcdarkirina kesane ya ev pêwîstiya hiqûqa ceza ye, nîn e.” Evren Îşler ev yek wekî “Ev hemû darizandinên bi armanca tepisandina muxalefet û dengê kolanan in” nirxand û got; “Ev ji hêza siyasî ya ku ji rewabûna Geziyê û ji rewabûna kolanan ditirse tê.” Evren Îşler dibêje ku tevî darizandina siyasî û hemû bêhiqûqiyê jî ew ê dozê li ser zemîna hiqûqî bidomînin û parastina hiqûqî berdewam bikin, diyar kir ku di danişîna pêş de dê muwekîlên wan ji nû ve qala Berxwedana Geziyê bikin.
“Doza Berxwedana Geziyê ji destpêkê ve darizandinek komî bû” 
- Doza Berxwedana Geziyê ku dozeke pir tevlihev û yekgirtî ye ku nû ve tê darizandin e.
Di vê dema ku em darizandina ji nû ve tevlî dikin de, çaremîn danişîna doza Berxwedana Geziyê didome. Hûn asta ku doz îro gihîştiyê çawa dinirxînin?
Dema ku mirov li gorî roja ku berxwedana Geziyê berdewam dikir, lê binêre, dibîne ku hemû pêvajoyên têkildarî Geziyê ji bo tepisandina muxalefetê û dengê kolanan e. Ji ber ku em ji roja destpêkê ve dizanin ku Gezî berxwedanek e. Lê ev berxwedan gelekî mafdar e, ev berxwedan di çarçoveya destûra bingehîn de pêkhatiye. Doza ku di sala 2018'an de dest pê kir "lingê cezayên giran" ê doza Geziyê, weke ku me wê demê jî got, dozeke ku kesên ji heman aliyê ve li Geziyê jî mêze nekiribûn, anî cem hev. Em dizanin ku di dosyaya lêpirsînê de gelek kes hene ji bo piraniya vekirina dozê ne mijara gotinê ye. Ev doz ji destpêkê ve darizandineke komî bû.
“Sûceke şexsî tune ye” 
Prensîba bingehîn a hiqûqa ceza ew e ku divê sûc û ceza qanûnî û kesane be. Yanî sûc û ceza divê di qanûnê de hatibe pênasekirin ku ew mirov ew sûc kiribe. Ji ber vê yekê, pêwîst e mirov pênase bike ku çalakiya mirov çi ye. Ev pênase tu carî di dosyaya Geziyê de pêk nehat. Ji muwekîlên me re tu carî nehat gotin; “Te ew kir û bi wî re, ew sûc kir.” Hewl hat dayîn ku berxwedan bi tevahî were darizandin. Di vê wateyê de, ceza nehat kesanekirin. Paşê, bi yekkirina dozên din ên der barê Osman Kavala de û di dawiyê de bi yekbûna Doza Çarşiyê re, ev yek veguherî dadgeheke dagirtî. Çawa ku sûcdariyek kesane tune ye, kiryarek kesane jî tune ye. Ez bawer im ku ne îdiaya dozgeriyê heye ku kî ji ber kîjan kiryarê tê darizandin û ne jî ramanêk dadgehê heye.
“Hikûmetek siyasî ya ji rewabûna Geziyê û kolanan ditirse heye” 
-Dema ku em li endamên Hevgirtina Taksîmê, aktîvîstên civaka sivîl, Osman Kavala û herî dawî bersûcên Doza Çarşiyê yên di vê dozê de kom bûne dinêrin, dibînin ku her yek ji wan beriya niha ji dozên ku bi heman îdiayan vebûne beraat bûne. Di derdoreke ku daraz evqas siyasî bûye de biryara beraeta dadgehên siyasîbûyî dane. Tevî vê yekê jî vê carê bi sûcên girantir tên darizandin. Gelo ev înad ji ber çi ye?
Ev ji ber hikûmeta siyasî ya ku ji rewabûna Geziyê û ji rewabûna kolanan ditirse tê. Ji ber ku “beraeta” Geziyê wê bê wateya ku rewabûna kolanê bi biryareke darazê bi encam bibe. Ji ber ku ji kolanan ditirsin naxwazin destûr bidin vê yekê. Ji muxalefetê û berteknîşandana gel ditirsin. Hikûmetek siyasî heye ku tercîh nake welatî daxwazên xwe bi awayekî komî bînin ziman. Ji ber vê yekê jî ji bo pêşî li vê yekê bigrin, li dijî saziyên sivîl, Hevgirtina Taksîmê û kesên li pêşberî gel dozê vedikin û dozê wekî gefê bi kar tînin. Yek ji encamên sereke yên siyasîbûna darazê jî ev e. Em dibînin ku daraz veguheriye amûrekê.
“Mewzû tinîn Geziyê”
- Di raborî de bi awayekî yan delîl tên hilberandin yan jî hincetek çêdikin. Dema em li îro dinêrin, ev dozek e ku bi gotina yek ji bersûcên Hevgirtina Taksîmê Can Atalay, bi "qîmetkirina" delîlên ku ji aliyê "çeteya Fetullahî" ve hatine berhevkirin, hatiye vekirin. Weke ku we jî diyar kir li holê ne delîlek ne jî sûcek heye. Lê dîsa jî ji nû ve heman doz tên vekirin. Gelo çavkaniya vê fikarê çi ye?
Ev yek jî çavkaniya xwe ji hikûmetê digre mijar çi dibe. Hikûmeta siyasî pirsgirêkê çiqas cidî dibe bila bibe, mijarê tîne ser Geziyê. Hewesa darizandina Geziyê xilas nabe. Divê mirov bibêje ku pratîka darazê ya çeteyên Fetullahî û pratîka daraza ku bi dil û can gîredayî desthilatdariya AKP'ê ye, ji hin aliyan ve cuda ye. Li gorî min di nav îdianameyên dawî de, yek ji wan a herî girîng îdianameya Geziyê ye, ew bi giştî dîtineke analîza siyasî ye.
“Piştî îdianameyê darizandinek ku veguheriye siyasestê heye” 
Di îdianameyek de tu xebatên delîl ên "nêrîna dozgeran piştrast dike" nabe. Ji ber ku nêrîna dozger nabe. Dozgerî ji berhevkirin û nirxandina delîlan berpirsyar e. Di heman demê de ew meqamê serdozgeriya giştî ye ku dema berhevkirina delîlan hem li alî hem jî li dijî sersûcan berpirsyarê. Lê dema em li vê îdianameyê dinêrin, dibînin ku “hev dîtine, li hev kirine û hatiye hizirandin.” Îdîanameya ku tê îdiakirin "hatiye hizirandin" di wateya teknîkî de ne îdianame ye. Dema em wiha lê temaşe dikin behsa dadgehkirineke bi temamî siyasî dikin ku ji îdianameyê bi xwe dest pê dike.
"Em hewl didin bi her awayî di qada hiqûqê de bimînin" 
-Di çarçoveya dosyayê de binçavkirina karsaz Osman Kavala tevî biryara DMME’ê û destpêkirina "prosedûra binpêkirinê" ya Konseya Ewropayê ya li dijî Tirkiyeyê berdewam dike. Bi vî rengî, ew bandorê li nîqaşên di dadgehê de jî dike. Di vê çarçoveyê de hêviya we ji danişîna 17’ê Çileyê çi ye?
Darizandinek tê kirin. Em hewl didin bi her awayî di warê zagonî de bimînin, dosyayê di qada hiqûqî de bigrin dest û di qada hiqûqî de nîqaş bikin. Di danişîna 17'ê Çileyê de wê hevalên me yên Hevgirtina Taksîmê ji nû ve qala Geziyê bikin. Ji ber ku dosya hatiye rewşek wisa ku em jî nizanin behsa çi dikin.
"Binçavkirina Kavala di warê demokratîkbûn û mafên mirovan de pirsgirêkek cidî ye" 
Belê binçavkirina Osman Kavala pirsgirêkek mezin e. Ne tenê ji bo vê dosyayê. Berdewamiya girtina Osman Kavala ya piştî biryarên AÎHM'ê jî di warê demokratîkbûyîn û mafên mirovan de pirsgirêkeke gelekî giran e. Ji ber vê yekê em û bersûcên din jî nikarin wekî ku pirsgirêk tune be tevbigerin. Lê newisa ye ku em ji ber binçavkirina Osman Kovala parastin nakin an jî nikaribin bikin. Osman Kavala û parêzerên wî ji bo ku mirov nekaribin parastinê bikin helwest nîşan nedan lê helbet dema di dosyayê de binçavkirineke wiha bêhiqûqî hebe, gelek kes bi awayekî refleks bêdengiyê tercîh dikin.
Dema ev doz li 30’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir, hevalên ji Hevgirtina Taksîmê hewl dan bi berfirehî vebêjin ka Gezî çi ye, Hevgirtina Taksîmê çiqas e û di vê wateyê de di vê berxwedaniyê de çiqas para wan heye, ew para xwe vebibêjin. Niha ev yek dê dîsa were kirin. Ji ber ku dosyaya Geziyê bûye dosyayeke wisa ku em qala Geziyê bi xwe nakin, qala bêhiqûqiyê dikin û perçe perçe qala tiştên biçûk dikin. Ji ber ku darazê bi biryara Dadgeha Îstînafê û Dadgeha Bilind tercîh kir ku vê dosyayê binê vî rewş e. Danişîna 17'ê Çileyê wê bibe danişîna ku berxwedana Geziyê bê vegotin û hevalên me ji nû ve parastina xwe ya yekemîn dubare bikin.