Gultan Kişanak: Demokrasî ji zû ve hatiye binaxkirin

Hevseroka berê ya DBB'ê Gultan Kişanak a ku di Doza Kobanê de parastin kir û weke qeyûm hat tayînkirin got, "Demokrasî ji zû ve hatiye binaxkirin, fatîha li ser hatiye xwendin" û got, "Li vî welatî bi avakirina tirsa parçebûnê meşandina desthilatê heye.”

Navenda Nûçeyan – Bi hincet nîşandana çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an a li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê pêk hat Hevserokên Giştî yên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, 20’emîn danişîna Doza Siyasî ya Kobanê ku 17 jê girtî 108 nav tên darizandin li Hola Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn û siyasetmedarên girtî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Rêveberên HDP’ê û parêzer dozê dişopînin. 

‘Ger nehatibam girtin dê desthilat niakriba qayum bavêje ser şaredariyê’

Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ya ku li şûna wê qayum hat avêtin parastina xwe kir.  Gultan Kişanak destnîşan kir ku ew ji ber sedemên siyasî girtî ne û tên darizandin û got: “Ev doz dozek siyasî ye, her kes wisa dizane. Viya bi biryarên DMME’yê eşkere bû. Îktidarek ku ji bo bekaya partiya xwe bidomîne dixwaze pêşî li têkoşîna partiyekî ya ji bo demokrasiye bê girtin. Heke ez nehatima girtin wê îktidarê qeyûm tayînî şaredariyê nekira. Vê îktidara ku şaredarî desteser kiriye, Vê îktidarê şaredarî desteser kiriye û min girtin. Gelo yên ku delîlên sexte derxistine kî ne? Ez dibêjim bila polîs vê lêkolîn bike lê hûn red dikin.” 

'Ji bo ku pereyên xelkê bixwin qey hatine tayînkirin?'

Gultan bal kişand ser bêrêbaziyên qeyûmên Şaredariya Amedê ku di îhaleyan de kirine û wiha got: “Ev pergal pûç bûye. Ev pergal tenê îradeya kurdan tune dihesibîne. Ew kesên ku îradeya kurdan tune dihesibînin şermezar in. Min xerckirina du fatûreyên li ser navê xwe dît û min nerazîbûn nîşanî vê da. Ji ber ku min wê bertekê nîşan da ez îro li vir im. Lê belê qeyûm fatûreyên sexte amade dikin û pere jî berdidin berîka xwe. Lê kes ji wan hesab naxwaze. Ne guneh e ku pereyê vî xelkî pêşkêşî alîgirên xwe dikin. Ji bo ku pereyên xelkê bixwin qey hatine tayînkirin? We qeyûman, dizekan û rantxwiran li wir tije kirine. We îradeya xelkê desteser kir. Lê hûn ji min re dibêjin, ‘terorîst 2. Ewilî biçin wê deqa reş a li eniya xwe paqij bikin û ji qeyûmên xwe hesab bipirsin. Ka bipirsin çiqas alîgir girtine wir. Çi talan kirine çi nekirine. Heke hûn li hesabê vê yekê nepirsin wê ev pergala rizyayî her tiştî biqedîne. Her tişt bi derewek, bi diziyek dest pê dike. Îradeya gel desteser kirin, demokrasiya xwecihî ji holê rakirin û şert û mercên pêkanîna aştiyê ji holê rakirin.”

Piştî beyanên Gultan dadgehê navber da danişînê.