“Girtiyên jin ên Filistînî yên li girtîgehên Îsraîlê dest bi grevê kirin”

Hejmara girtiyên jin ên di girtîgehên Îsraîlê de gihîştiye 32’an û ji ber ku Rêveberiya Girtîgehê li dijî girtiyên jin binçavkirina îdarî pêk tîne, her diçe hejmara wan zêde dibe.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Girtiyên jin ên Fîlîstînî di şert û mercên pir dijwar de ne, di girtîgehên Îsraîlê de pêdiviyên jiyanê yên herî bingehîn ên ku pêwîstiya jinan bi wan heye tune ne û ew di odeyên piçûk de dijîn ku wan ne ji germa havînê û ne jî ji sermaya zivistanê diparêze. Her wiha bi saetên dirêj lêpirsînê li wan dikin, berî ku wan veguhezînin zindanan û wan bixin bin şêwazên herî xirab ên şîdetê.

“Girtiyên jin ji bo daxwaza mafên xwe dest bi grevê kirin”

Rêvebera Beşa Girtiyên Azad û Komîsyona Şehîd û Girtiyan a li Xezayê Eyşe El-Kurd di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re ragihand ku girtiyên jin ên Filistînî ji bo başkirina şert û mercên girtina di zindanên Îsraîlê de dest bi grevê kirine û wiha got: “Girtiyên jin ji bo du daxwazan dest bi grevê kirin, ya yekem ji bo daxwaza mafên xwe ye, wek mafê dermankirinê, nemaze dema girtiyek bi nexweşiya pençeşêrê be ku ya herî bi êş e, tenê dermanên êşbirê jê re tên dayîn û nahêlin ku ew biçe nexweşxaneyê û nimûne gelek in. Hêzên girtîgehê rê li ber ketina xwarinê ji girtiyên jin re digirin û wan neçar dikin ku ji ‘kantînê’ bikirin, ku berdêlên giran li ser bihayê berhema orîjînal ferz dike, mijarek ku giraniyê dide wan û malbatên wan. Her wiha gelek caran nahêlin ku malbatên wan serdana wan bikin. Malbatên girtiyên jin ên ji Zîvala Xezayê bi dehan sal in serdana wan nekirine û rewşa wan tenê bi riya Xaça Sor û rêxistinên mafên mirovan dizanin. Di dema bêhnvedanê de nahêlin ku girtiyên jin li tîrêjên rojê binêrin, seqfê girtîgehê hemû kirine tewra hesinî.”

“Pirsgirêkeke din jî hebûna kamerayan li her derê girtîgehê ye”

Eyşe El-Kurd da zanîn ku cihê girtiyên jin tê de tên lêpirsînkirin qirêj e û tije kêzik in û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Pirsgirêkeke din jî heye, ew jî hebûna kamerayan li her derê girtîgehê ye û çêkirina hemamên ji bo serşûştinê li derveyê zindanê ye. Her wiha girtiyên jin ji ber nebûna pêdiviyên jinan êşê dikşînin. Di nava daxwazên girtiyên jin de jî ev heye ku ew biçin zanîngehên Ereban. Girtiyên jin ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar in û ger bên qebûlkirin, neçar dimînin hînî zimanê Îbranî bibin û biçin zanîngehên wan. Sedemek din a grevê ew e ku di dema veguhestina wan ji zindanek bo zindanek din, wan dixin wesayîdek veguhestina taybet a ku di havînê de pir germ dibe û di zivistanî de jî pir sar dibe û wan ji 15 demjimêran an jî zêdetir tê de dihêlin bêyî xwarin dimînin.”

“Hin girtiyên jin sewqî zindanên cuda kirin û nayê zanîn ku ew sax in an na”

Eyşe El-Kurd eşkere kir ku di nava girtiyên jin ên bûn mexdûrên wesayîda veguhestina taybet de Isra El-Ceabîs jî heye û wiha pê de çû: “Di dema veguhestina Israa ji zindanek bo zindanek din de, yek ji leşkeran kibrîtek avêt û wesayîd şewitand û bêyî ku alîkariya wê bikin derkeve derve, di hundurê wê de şewitî lê Îsra sax ma, rûyê wê û pozê wê hemû şewitîn û êdî nikare bi pozê xwe bêhnê bigire ew niha bi devê xwe bêhna xwe digre. Dagirkeran red kir ku ew bê emeliyatkirin an jî dermankirina pêwîst ji bo wê bikin. Di heyama dawî de girtiyên jin Mereh Bekîr û Mona Qadan û girtiyên din sewqî zindanên cuda yên dişibin goran kirin û nayê zanîn ku ew sax in an na.”

“Hemû girtiyên jin pêwîstiya wan bi dermankirinê heye”

Eyşe El-Kurd anî ziman ku ji sala 1967’an û vir ve girtiyên jin nêzî 26 grevên kolektîf kirine û wiha axivî: “Ev grev cidî ne û dibe ku bibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên ku piştî demekê di bedenê de nayên dermankirin û carna jî dibe sedema mirinê. Her çend qanûna mirovahî yên navneteweyî parastina girtiyên jin an jî girtiyên di pevçûnên çekdarî de garantî dike jî ji bo girtiyên jin ên Filistînî tu parastin tune ye. Hemû girtiyên jin pêwîstiya wan bi dermankirinê heye û tûşî nexweşiyên cur bi cur bûne, ji ber wê jî pêwîst e bi destwerdana saziyên navdewletî yên pêwendîdar, zexteke mayînde li ser desthilatdarên dagirker bê kirin da ku alîkariya wan bikin û dawî li neheqiya li wan tê kirin bînin.”