Firoozeh Khosravani û Mina Keshavarz li Îranê hatin girtin

Mina Keshavarz û Firoozeh Khosravani ên xebatê belgeselan dikin li îranê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Mina Keshavarz a xebatên filîm û belgeselan dike 10’ê Gulanê li mala xwe hat binçavkirin û ji aliyê Îstixbarata Îranê ve hat girtin. Firoozeh Khosravani jî bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku ew hatiye desteserkirin û diyar kir ku ew sewqî Beşa 209’an a Girtîgeha Evîn a Wezareta Îstixbaratê hatiye kirin. Hat ragihandin ku li mala xebatên belgefîlman jî lêgerîn hatiye kirin, telefona destan, laptop û tiştên wê yên şexsî jî hatine desteserkirin.

Mina Keshavarz bi belgefîlma xwe ya herî dawî ya bi navê "Huner di xetereya jiyanê de" ezmûna beşdarbûna festîvalên navneteweyî yên wekî festîvala bi navûdeng IDFA li Amsterdamê hebû. Di belgefîlm û berhemên xwe de amaje bi jinên mexdûrên şîdeta nav malbatê li Îranê kiriye û xebatên girêdayî daxwaza mafên jinan li Îranê kiriye.

Firoozeh Khosravani jî di Festîvala IDFA yê ya ku di Kanûna 2016’an de li Amsterdamê hat lidarxistin bi belgefîlma "Radyografiya Malbatê" xelat girt. Di wê berhema xwe de çîroka jiyana malbatekê beriya şoreşê û piştî şoreşê nîşan daye.