‘Em li dijî kodên mêrane yên darazê mafên jinan diparêzin’

Parêzer Esmer Ozer diyar kir ku di nava salek de li bajêr ji hezarî zêdetir serlêdan ji kesên ku rastî tundiya fizîkî hatine girtine û got, "Prensîba me ya herî bingehîn li dijî kodên mêrane yên darazê parastina mafên jinan e."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li gorî rapora Tora li Dijî Tundiyê ya Amedê, li bajar di sala dawî de 4 jin di encama tundiya mêran de hatine qetilkirin, mirina 6 jinan wek “bi guman” hatiye tomarkirin; 5 jin jî bi hewldana qetilkirinê re rûbirû mane. Li bajarê ku zêdetirî hezar serlêdanên tundiyê hatin kirin jî binpêkirinên mafan ên di serdema pêvajoya dawî de zêde bûne balê dikşîne. Rewşa baş û daxistina bi tehrîk a bêheq ên di pêvajoya darizandinê de piştî tundiya hat meşandin de hat dayîn jî nîşan didin ku daraz li aliyê mêran e.

Bi sedan jinan ji ber tundiyê serlêda kir

Komîsyona Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ku di vê wateyê de li bajêr xebatan dimeşîne û dosyayên jinan bi dildarî dişopîne, di sala dawî de bi sedan serlêdanên tundiya fîzîkî û derûnî girt. Komîsyon di sala 2022’an de, hezar û 100 serîlêdanên fizîkî û zêdetirî hezar û 300 der barê cureyên tundiya derûnî de serlêdan jê re hatin kirin. Parêzerên jin ên ku pêvajoya hiqûqî ya serlêdanên tên dişopînin, di vê pêvajoyê de gelek caran rastî astengiya darazê hatin. Daxwaza komîsyonê ya beşdarbûna dosyayên qetlîam û tundiyê yên li bajêr tên jiyîn, ji aliyê dadgehan ve tê redkirin.

Li dadgehan parêzerên jin tên astengkirin

Endama Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Esmer Ozer pêvajoya darizandina jinan a piştî tundiya dijîn û têkoşîna xwe ya hiqûqî ya ku didomînin nirxand. Esmer Ozer diyar kir ku di sala dawî de li bajêr zêdetirî hezar kesan ji ber tundiyê serlêdan kirine û anî ziman ku dadgeh di dozên jinan de wan rasterast wek alî nabînin.

'Daxwazên me yên beşdarbûnê nayên qebûlkirin'

Esmer Ozer di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Mixabin dadgeh bi taybetî di dosyayên qetlîam û tundiya li ser jinan de daxwaza beşdarbûna dosyayan a navenda jinan qebûl nakin. Em wek wekîlên jinan dikarin beşdarê dosyayan bibin. Tu daxwazên me yên beşdarbûna dosyayên tundiyê nehatin qebûlkirin. Bi vê rewşê re bikaranîna rayeyên ku bi qanûnên parêzeriyê dane baroyan, ji aliyê dadgehan ve tên astengkirin. Dema ku ev raye ji baroyan re tê dayîn, di heman demê de di mijara bikaranîna rayeya mafên mirovan jî tê dayîn. Lê redkirina dadgehan a van daxwazan, mekanîzmayên ku dê çavdêriya mafên mirovan misoger bikin, bêbandor dimînin.”

'Lêpirsînek bi bandor nayê meşandin’

Esmer Ozer diyar kir ku di dosyayên ku di komîsyonê de cih girtine û tên şopandin de hestiyariya gel jî zêde bûye û ev rewş di pêvajoya darizandinê de cezayên ku kiryar digrin jî bi bandor dike. Esmer Ozer bal kişand ku di dozên normal de dozên tundiya li ser jinan pir dereng tên dîtin û wiha got: “Mixabin daraz saziyeke ku pir hêdî kar dide meşandin e. Dema dosyayên jinan hebin û ev dosya bertekê bikşînin, hêdîbûn zêdetir dibe. Di heman demê de ji ber hinek xalên ku di qanûnê de hatine sererastkirin û em dikarin bi zelalî pênase bikin jî dibe ku ev dosya bi bêcezatiyê bi encam bibe. Lêpirsînek bi bandor nayê meşandin, dema em li hin îdianameyan dinêrin, dibînin ku lêkolîn nehatiye kirin. Ev pêvajo dibe sedem ku hemû darizandin di aliyê xirab de bi pêş bikeve. Gelek rewş jî bi bêcezatiyê bi encam dibin.”

'Cihêkarî li her derê heye'

Esmer Ozer, anî ziman ku ew di qada hiqûqê ya ku cihêkariya li hemberî jinan tê jiyîn de têdikoşin û li dijî kodên mêran xebatên xwe didomînin û da zanîn ku ew ê dosyayan bişopînin. Esmer Ozer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em behsa jinên ku di rewşek kêmderfet de ne dikin. Wek aborî di rewşeke kêmderfet de ne, kodên civakê wan hepsêqadên taybet dike. Çawa ji qada taybet derdikevin rastî êrîşan tên û qada taybet jî ji bo wan ne bi ewle ye. Ev yek bi tevahî xwe di darazê de jî nîşan dide. Cudakariya li hemberî jinan li her derê heye. Daraz jî bi ferasetek mêr hatine sererastkirin, kodên wan û qanûnên wan mêrane ne, ji ber ku sedema têkoşîna me jî bi giştî li dijî vê pergala mêr, xistina bin temînatê ya mafên jinan û parastina mafên wan ên herî bingehîn e.”