Dozger biriyara “girtinê” da dadgehê red kir

Daxwaza girtina tecawîzkar çawîşê pispor Mûsa Orhan ê destdirêjî li Îpek Er kir û bûyî sedema mirina wê hat red kirin.

Navenda Nûçeyan– 4’emîn danişîna doza bi tawanbariya "destdirêjiyê" ya derbarê çawîşê pispor Mûsa Orhan ku li Sêrtê dest dirêjî li Îpek Erê kiribû û ji ber vê Îpek Erê xwe kuştibû, li Dadgeha Cezayê Giran a Yekê ya Sêrtê hat dîtin. Malbata Îpek Er û parêzerên wê, Baroya Sêrtê, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, tevli danişînê bûn. Li dora edliyeyê û hundirê wê tevdîrine zêde hatin girtin û destûra rojnameyan nehat dayîn ku têkevin hundirê edliyeyê.
Doz bi parastina dozgeran dest pê kir. Paşê dozger mutala pêşkêş kir û xwest Musa Orhan bê girtin û cezakirin. Lê belê heyeta dadgehê, piştî parastina parêzeran biryara xwe aşkere kir û biryar da ku tecawîzkar Musa Orhan bi awayekî negirtî bê darizandin.