Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guven 43 sal cezayê girtîgehê xwest

Meqama îdiayê ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku Îro danişîna wê hat dîtin, bi giştî heta 43 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê xwest.

Navenda Nûçeyan-  Danişîna doza derbarê Hevseroka Kongreya Civakî ya Kurdistanê (KCD) Leyla Guvenê ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin de li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Guven, ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê ku lê girtî ye bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû, parêzer Serdar Çelebî jî di danişînê de amade bû. 

Hemû gotinên wê “propagandaya rêxistinê” hat hesibandin

Di danişînê de Meqama îdiayê ku mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir, diyar kir ku beriya parlamenteriya Leyla Guven bê xistin di 14’ê tîrmehê 2019’an de di weşana zindî ya li ser hesaba medyaya dîjîtal a “Rêxistina HDP’a Amedê” hatiye weşandin de axaftineke kurdî kiriye. Dozger îdia kir ku Leyla Guven bi bîr anîna kesên li Girtîgeha Amedê ya bi darbeya leşkerî ya 1980’î bi îşkenceyan hatiye rojevê ketine çalakiya rojiya mirinê “propagandaya rêxistinê” kirine. 

Qala têkoşîna jinên kirin jî sûc hat hesibandin

 

Meqama îdiayê di mutala xwe de axaftina Leyla Guven a “Niha li Rojava berxwedaneke bêhempa heye” ku di çalakiyeke 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya Li Dijî Jinê re de axiviye û qala têkoşîna jinên kurd kiriye weke “propagandaya rêxistinê” nirxand. 

Dozger, parast ku di encama lêpirsîna giliya di 13’ê sibata 2019’an de bi îdiaya “alîgira rêxistinê” li Navenda Ragihandina Serokkomariyê de, axaftineke ku Leyla Guvenê di 11’ê îlona 2019’an de kiriye, ji aliyê rojnamevan Fehîm Işik ve li ser hesaba wî ya medyaya dîjîtal hatiye parvekirin, Leyla Guvenê jî ev retweetkiriye û gotinên wê yên “heta ku pirsgirêka kurd bidome wê tev li bûnên gerilayan jî bidomin” weke “propagandaya rêxistinê” dihewînin. 

Dozgeriyê îdiakir ku vîdeoya axaftina Leyla Guvenê di malpereke înternetê ya nûçeyan de hatiye parvekirin û Guven di vê axaftinê de propaganda kiriye û Leyla Guven di 8 parvekirinan de der barê girtîgehan, tecrîda li ser Abdullah Ocalan û ciwanên di êrîşa DAIŞ'ê ya li Pirsûsê de hatin qetilkirin propaganda kiriye. 

Ji axaftina qada vekirî re 30 salan cezayê girtîgehê 

Meqama îdiayê ku ji ber parvekirinên medyaya civakî xwest Leyla Guven ji salekê heta 5 salan cezayê hepsê bistîne û ji ber parvekirinên wê yên di medyaya civakî de îdîa kir ku sûc bi rêya çapemeniyê hatiye kirin û xwest ku ev ceza nîvî bê zêdekirin û ji salek û 6 mehan heta 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê were dayîn. Dozger xwest parvekirina Leyla Guven di çarçoveya xala 43’yemîn a Qanûna Ceza ya Tirk de bê nirxandin. Dozger xwest ku Leyla Guven ji sînorê jêr salek 10 meh û 15 rojan heta 2 sal 7 meh û 15 rojan ji sînorê jor 9 sal 4 meh 15 roj heta 13 sal mehek û 15 roj cezayê hefsê bê cezakirin. 

Meqama îdiayê  ji ber 4 axaftinên Leyla Guven ên qadên vekirî li ser medyaya dîjîtal hatine weşandin xwest Leyla Guven ji “propagandaya rêxistinê” bi komî 30 salan cezayê girtîgehê bigire. 

Meqama îdiayê xwest ku li Leyla Guvenê bi komî 43 sal mehek û 15 rojan cezayê hefsê bê birîn. 

Danişîn taloqî 17’ê cotmehê hat kirin

Leyla Guven a li dijî mutalaa dozger mafê axaftinê girt, diyar kir ku axaftina wê ya bi kurdî xelet hatiye wergêrandin û xwest ku di vê mijarê de kesekî pispor bê tayînkirin. Leyla Guven, bi lêv kir ku wê parastina xwe di danişîneke din de bike.

Parêzerê Leyla Guvenê Serdar Çelebî ji bo li dijî mutalaayê parastinê bike daxwaza demê kir. 

Dadgehê daxwaza Leyla Guven a tayînkirina kesekî pispor qebûl nekir, daxwaza demê ya parêzer qebûl kir û danişîn taloqî 17’ê cotmehê kir.