Doza Narîn Guran taloqî 25’ê Nîsanê kirin

Rûniştina doza qetilkirina Narîn Guran a 8 salî, taloqî 25’ê Nîsanê hat kirin. Parêzerên bersûcan xwestin heyeta dadgehê bê guherandin, lê ev daxwaza wan ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.

Navenda Nûçeyan – Zaroka 8 salî Narîn Guran a di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû, cenazeyê wê piştî 19 rojan hat dîtin. Doza derbarê qetilkirina Narîn de hatiye vekirin, berdewam kir. Di doza bingehîn a derbarê kuştina Narîn Guran de hatiye vekirin, di 28’ê Kanûna 2024’an de hat biencamkirin. Apê wê Salîm Guran, birayê wê Enes Guran û dayîka wê Yuksel Guran ji ber sûcê "Kuştina bi zanebûn a zarokek" cezayê muebbetê yê giran xwarin. Nevzat Bahtiyar jî bi îdiaya "delîlên sûc îmha kiriye, veşartiye, guherandiye" 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwar.

‘15 kes hatin darizandin’

Di çarçoveya dosyaya Narîn Guran de derbarê 3 zarok hatin darizandin. Rûniştina ewil a vê dozê hatibû plankirin ku di 20'ê Adarê de li 2'yemîn Dadgeha Zarokan a Amedê bê dîtin. Lê belê piştre ev dosya bi dosyaya 12 kesên tên darizandin re kirin yek û danişîna ku hemû kiryarên dihatin darizandin, malbat û parêzerên wan beşdar bûn, destûr nedan rojnameger bikevin hundir.

‘Girtina îfadeyan bi dawî bû’

Di danişînê de daxwaza beşdarbûnê ya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Komeleya Têkoşîna li Dijî Destdirêjiya Zarokan a Mamoste Saadetê (UCÎM) hat qebûlkirin. Parêzerên bersûcan ji ber qebûlkirina mudaxilbûna her du saziyan, daxwaza redkirina dadger kirin. Dadgehê ev daxwaz red kir. Di dadgehê de îfadeyên 3 zarokan li gel pedagogan hatin girtin, bi giştî îfadeyên 15 kesên dihatin darizandin, bidawî bû.

Parêzerên kiryaran, daxwaza berdana miwekîlên xwe kirin. Dozger nêrîna derbarê cezakirina kiryaran de û berdewamkirina  girtîbûna wan aşkera kir. Piştî parastinan û navbera ku dadgehê daye, dadgehê biryar da ku rewşa girtî dom bike û danişîn taloqî 25’ê Nîsana 2025’an kir.