Doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin

Danişîna doza der barê Emîne Şenyaşar a ji bo hevser û zarokên xwe yên hatine qetilkirin de lêgerîna edaletê didomîne dê di 30’ê Mijdarê de bê dîtin.

Navenda Nûçeyan- Yekemîn danişîna doza der barê Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di êrîşa parêzvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dabûn hat dîtin.

Di danişîna li 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê de parêzerên Emîne Şenyaşar Hîdayet Enmek, Bulent Duran û Ahmet Taş amade bûn. Emîne Şenyaşar ji ber emeliyata ku derbazkirî nekarî beşdarî danişînê bibe. Danişîn bi daxwaza ku Emîne Şenyaşar bêhndan bike û di danişîna din de bê guhdarkirin taloqî 30’ê Mijdarê hat kirin.