Doza Dûrket Suren têde dihat darezandin hat taloqkirin

6’emîn rûniştina doza Rojnameger Dûrket Suren li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, ji bo temamkirinê taloqî 20'ê Îlonê hat kirin.

 
Amed - Bi îdiaya parvekirinên twittirê, firotina hejmarên qedexe yên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê bi sûcê "Alîkariya bi zaneyî ya ji bo rêxistinê","Propagandaya rêxistinê" doz li Rojnameger Dûrket Suren hatibû vekirin
6’emîn doza li Rojnameger Dûrket Suren hatibû vekirin li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin û Dûrketê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê Dûrketê Pîrozhan Karali di danişînê de amade bû. 
Rûniştina dozê taloqî 20'ê Îlonê hat kirin.