Doza destdirêjiya zeyandî ya weqfa Hiranur taloqî 9’ê Cotmehê hate kirin

Malbata Gumuşel ya girêdayî terîqata Îsmailaga keça xwe di 6 salî de zewicandin, der barê rastî êrîşa zayendî hatî de doza hatibû vekirin taloqî 9’ê Cotmehê hate kirin.

Navenda Nûçeyan- Ji avakerê weqfa Hiranur keça Yusuf Ziya Gumuşel H.K.G di 6 salî de bi endamê tariqatê Kadir Îstekli yê 29 salî re hate zewicandi, dinaşîna doza der barê rastî êrîşa zayendî hatî de hate dîtin. 

Beriya danaşîn li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Anadolu were dîtin pevçûna bi gotin ya di navbera  parêzerê Yusuf Ziya Gumuşel, serokê baroya Stenbol Filiz Saraç û parêzerê din cih girt. Pevçûna ku di navbera aliyan de derket polîs kete navberê û hate astengkirin. Di danaşînê de li bendê bûn biryar derbikeve, doz taloqî 9’ê Cotmehê hate kirin. Li bende tê mayîn ku di danaşîna dawî de dadgeh biryarê bide. 

Keça avakarê weqfa Hiranur Yusuf Ziya Gumuşel H.K.G ya 6 salî  bi Murîd Kadrî Îsteklî yê 29 salî re hate zewicadin û rastî êrîşa zeyandî hatî  Serdozgeriya Komarê ya Anadolo li ser giliyê H.K.G lêpirsin  hate destpêkirin û di encama lêpirsînê de îdenameya ji aliyê dadgeha cezayê giran ve hate erê kirin. Di îdeanemaya hatî amadekirin de der barê Kadir Îsteklî de 67 sal, 10 meh û 15 roj, derbarê bav Yusuf Ziya Gumuşel û dayik Fatma Gumuşel de 22 sal 6 meh daxwaza ceza hate kirin.