Domandina girtîgehê: Ji pişt caxan heta nava malê
Piştî serhildana şoreşgerî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’, kêmkirina zextên li dijî jinan a Komara Îslama Îranê li aliyekî atmosfera ewlehiyê kûrtir kir, li aliyê din herikîna agahiyan digre, zextên aborî zêde dike û krîzên herêmê wek amûra kontolê bikar tîne.
Navenda Nûçeyan – Di bîra kolektîf a serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de navê gelek jinan cih girt. Jinên ku hatine binçavkirin, hatine girtin, cezayên giran lê hatine birîn an jî di nava bêdengiya dosyayên hilweşîner ên ewlehiyê an jî bi dûrxistina zanîngehê tên daqurtandin... lê li pişt van navan, tebeqeyek ku kêmtir tê bihîstin û zêdetir bi êş heye. Malbatên ji derveyî girtîgehê, di nava nediyarî, nîvco mayîn û her tim di nava xemê de dijîn. Tiştê ku ev malbat dijîn ne tenê êşên hesta ku ji hezkiriyên xwe dûr in, berovajî, parçeyek mekanîzmaya desthilatê ya sîstematîk ku ‘nediyarî’ vegerandiye amûrek a îşkenceyê, ‘malbat’ jî kiriye qada duyem a cezakirinê ye.
Li Îrana îro, girtîgeh êdî ne cihek bi dîwar û caxan hatiye girtin e. Ji hucreya yek kesî bigre, bûye tora êşê ya heta mitbexa dayîkên girtiyan berfireh dibe.

Bê agahî; teknîkek îşkenceya hatî hesabkirin
Yek ji aliyên herî girîng ên vê zextê, ne diyariya ku bi zanebûn tê hilberandin e. Li Îranê malbatên girtiyên siyasî, gelemperî ne ji hûrgîliyên dozan, ne ji rewşa ruhî û fîzîkî ya girtiyan, ne ji demên îhtimala hevdîtinê, ne jî ji derfetên têkiliya rêk û pêk agahdar in. Telefonên ku tên qutkirin, bersivên şêlu yên saziyên darazê, sewqên bê xeber û bêdengiyê demdirêj ne tesaduf in, parçeyek ji pazila ku ji bo helandina psîkolojîk hatî amadekirin e.
Ne diyarî, malbatan di nava zivrînekek helandî ya di navabera hêvî û tirsê de heps dike de ye. Her zîla telefonê dibe ku xeberek xirab be, her bêdengî destpêka felaketek nû ye... di vê rewşê de ne malbat dikare şîn bigre ne jî aram bibe, tenê her tim di nava bendewariyek de dijî.
Ev rewş bi taybetî ji bo girtiyên jin ên siyasî û baweriyan hê diyartir e. Li Îranê Zeyneb Celaliyan ku herî zêde di girtîgehê de maye, îro bûye sembola ‘hepsek bê aso’. Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî, pêla dosyayek nû ya ewlehiyê li dijî jinên Kurd temsîl dike. Nêrgiz Mihemedî bi salan e di nava zivrîneka tedawiya kêm, qedexeyên peywendiyê de asê maye. Sepîde Gholian jî bi caran qutbûnên peywendiyê û zextên ewlehiyê jiyan kiriye. Li gel van navan, navê bi dehan jinên din jî hene û rewşa wan hemûyan vê eşkere nîşan dide; di vê pergalê de ‘nediyarî’ jî herî kêm wek cezayê girtîgehê, amûrek ê cezakirinê ye.
Malbat xeleka duyem a ceza ye

Li Îranê, ev demek dirêj e zext ketiye pêşiya ferdan, malbatê jî dike hedef. Hepskirina jinekê ne tenê tê wateya wê demkî ji civakê derbixe, hemû malbatê ber bi ne diyarî, zext û helandinê ve bikşîne ye. Malbat ne bi fermî sûcdar e, ne jî azad e, di qadek gewr de di nava kontrol, gef û ne ewlebûnê de asê dibe.
Di vê pêvajoyê de barê herî mezin, bi piranî li ser milê dayîk, hevjîn û xwişkê dimîne. Şopandina pêvajoya hiqûqê, dîtina parêzer, di nava girtîgeh û dadgehê de çûyîn hatin, xwedîkirina zarokan, pêkanîna debarê û dema van hemûyan dike neçar e xwe li ber zextên psîkolojîk bigre. Ev jin bi fîîlî ber bi xeta herî pêş a ‘çepera jiyankirinê’ ve tên birin.
Dewlet ne tenê girtiyan, herikîna agahiyan jî kontrol dike. Bêpar hiştina malbatan ji mafê agahîgirtinê, bi awayek zanebûn ji nû ve êş belavkirin, anîna girtîgehê ya nava malê ye.
Ev rewş ne tenê hestyarî, encamên aborî jî bi xwe re tîne. Mesrefên dozê, kefalet, rêwîtiya hertim, xerciyên peywendiyê, pêwîstiyên girtîgehê û mesrefên tedawiyê malbatan dike binê deynan. Gelek malbat, ji bo vê pêvajoyê bidomînin, neçar dimînin zêr, xak û tiştên mala xwe bifroşin an jî deynên giran bigrin. Di vê navberê de jinên di malbatê de, berê xwe didin karên bê ewle û der qanûnî.
Li herêmên wek Kurdistan û Belucistan, ev zext hê zêdetir û girantir tê hîskirin. Ji ber xizanî û cûdakariya pergalî hema bêje jin bêyî ti destekek civakî neçar mane hemû barên aboriyê hilgirin. Ev lewazbûna aborî ne tesadufe, hêza îtirazê ya malbatên ku bi derdê debarê re şer dikin kêm dibe.
Li gel vê, li gel girtîgehên fermî ‘girtîgehê malbatê’ jî hene; telefonên hişyariyê, bangên ne fermî, gefên veşartî û zexta bêdengiya medyayê... malbat êdî ne yekîneyek azad e, dibe pergalek tê kontrolkirin.

Tepisandina pêşerojê; xwendekarên jin
Ev zext tenê bi girtinên tên zanîn re ne sînordar e. Xwendekarên jin jî parçeyek girîng a vê pargelê ne. Binçavkirin, dûrxistin û dosyayên ewlehiyê, ne tenê perwerdeya wan, pêşeroja wan jî dike hedef. Pergal ne tenê îro, pêşeroja jinê jî dîl digre.
Dozên ne diyar ên dirêj dibin, astengiyên xwegihandina parêzer, nîşan dide ku pêvajoyên darazê ên ne şefaf, ji saziyek ku daraz edaletê belav dike zêdetir, wek amûrekê dixebite. Ev ne diyarî hem girtî, hem jî malbatê her tim di nava bendewariyekê de digre.
Şer û rageşiyên herêmî jî ji bo zêdekirina zexta hundirîn bikar tîne. Her krîzê hê zêdetir ji bo binçavkirin, sansur û zextê dikin hincet.
Dayîkên li edaletê digerin: Bîra polîtîk a zindî

Tevî van hemû zextan bîr nehate jêbirin. Dayîkên ku li ber girtîgehê ne, xwişkên ku bajar bi bajar digerin û tevî hemû zoriyan jinên navên wan tên jiyankirin, bêdeng in lê belê hertim têkoşînek ava dikin.
Ji ber vê îro li Îranê girtîgeh ne tenê avahiyek e, mekanîzmayek pir tebeqe ku hemû qadên jiyan kontrol bike ye. Armanc ne tenê girtina mirovek e, kontrolkirina hemû jiyan, bîr û pêşroja li derdorê ye jî.