“Divê qanûnên cihêkar bên sererastkirin û di qanûna têkoşîna bi şîdetê re guhertin çêbibe”

Navenda Piştevaniyê ya alîkariya jinên mexdûrên şîdetê yek ji mekanîzmayên Yekitiya Çalakiyên Jinan e ku di Adara 1996'an de hatiye avakirin. Ji bo ku jinên hatine çewisandin pêşwazî bike û piştgiriya psîkolojîk, hiqûqî û tibî pêşkêş bike her wiha dozên wan li dadgehan bişopîne dixebite.

HENAN HARIT
Mexrib- Çalakvana mafên mirovan Fatima Maghnawî teqez kir ku pêwîst e qanûnên cihêkariyê ji nû ve li ber çavan bên girtin û divê ku Mexrib hemû peymanên navneteweyî yên ku pejirandine pêk bîne her wiha zagona têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan were başkirin.
Tevgera femînîst li Mexribê di warê guhertina siyaseta giştî ya di çarçoveya statûya jinan de, bi taybetî jî di warê hiqûqî de û bidestxistina beşdariyeke bi bandor di qadên cihêreng ên jiyana giştî de, gavên girîng avêtine. Di nava destkeftiyên wê yên herî girîng de avakirina yekemîn rêxistina jinan bi navê "Yekitiya Çalakiyên Jinan" di Sibata 1983'an de û derxistina rojnameya "8'ê Adarê" ku yekemîn rojnameya pispor e di warê pirsgirêkên jinan de li welat heye.
Salên 1990’î jî weke qonaxa daxwazan dihat zanîn, di sala 1993'an de gelek rêxistinên jinan di nava tevnekê de li hev civiyan û destpêkirina têkoşîneke hevpar û birêxistinkirî ya ji bo guhertina koda rewşa kesane ragihandin. Yekitiya Çalakiyên Jinan ji bo daxwaza guhertina kodê çendîn pêngav dan destpêkirin jî tevî ku qanûnek bi dadwerî veguherand jî ji daxwazên tevgera jinan a li Mexribê dûr ma.
Ji bo naskirina navenda Piştevaniyê ya alîkariya jinên mexdûrên tundiyê û gihandina şêwirmendî, piştevaniya derûnî û rênimayiyên qanûnî ji wan re ku yek ji navendên herî girîng e ji aliyê Yekitiya Çalakiyên Jinan ve hatiye avakirin, ajansa me bi Seroka Navenda Piştevaniyê Fatima Maghnawî ku di qada mafên mirovan a Mexribê de di nav jinên navdar de cih digre re hevdîtin pêk anî.
Avakirina Navenda Piştevaniyê ji bo alîkariya jinên mexdûrên tundiyê çawa bû? Armancên wê çi ne?
Navenda Piştevaniyê ya alîkariya jinên mexdûrên şîdetê yek ji mekanîzmayên Yekitiya Çalakiyên Jinan e ku di Adara 1996'an de hatiye avakirin, ji bo ku jinên hatine çewisandin pêşwazî bike û piştgiriya psîkolojîk, hiqûqî û tibî pêşkêş bike her wiha dozên wan li dadgehan bişopîne.
Ger em bixwazin behsa şert û mercên avakirina navendê bikin û fikr ji ku derê hatiye, em ê di destpêkê de behsa rojnameya 8’ê Adarê bikin, rojnameyeke pêşketî ya jinan ku ji destpêka salên 1980’yî ve ji aliyê Yekitiya Çalakiyên Jinan ve tê weşandin. Me  rûpelek taybet ji jinên ku êşên wan ên cihêreng di civaka Mexribê de hene vediqetand di bin navê "Bihêle ez biaxivim", me ji bo analîzkirina êş û azarên jinan û peydakirina çareseriyên li gorî pirsgirêkên jinan, şahidiyên di warê hiqûq, civaknasî û psîkolojîk de ji pisporên hiqûq, civaknas û psîkolojiyê re vedigot, mebest jê şikandina bêdengiya li hemberî diyardeya tundiyê bû.
Di salên 1990'î de, bûyerên destavêtinê yên li hemberî komeke jinan li qada neteweyî derketibûn holê û raya giştî mijûl kir. Komeleyên jinan weke partiyeke sivîl, di nav de Yekitiya Çalakiyên Jinan jî û me dest bi vekirina qadekê kir da ku bêdengiya li hemberî diyardeya şîdetê bi her şêweyî bişkîne. Bi rastî jî me du şaxên Navenda piştevaniyê vekir da ku alîkariya mexdûrên tundûtûjiyê bikin li Rabat û Dar EL-Beyda. 
Ji vekirina navendê û vir ve gelek jin û keçên mexdûrên şîdetê kom bûne û komek pispor hatine veqetandin ku ji bo vê kategoriyê xizmetên piştgiriyê yên pêwîst pêşkêş bikin. Alîkariyeke civakî, guhdarvanî, parêzer û bijîjşkiya derûnî heye. Piştî guhdarîkirina dozê ji bo piştgirî û rênimayiya hiqûqî ji parêzeran tê sewîqkirin û li gel bijîşkek derûnî rûniştina wê tê kirin. Yekitiyê dikaribû li gelek bajarên Mexribê 12 navendên din ava bike.
Hûn dikarin ji me re behsa girîngtirîn çalakiyên ku Yekitiya Çalakiyên Jinan û Navenda piştevaniyê ya ji bo alîkariya jinên mexdûrên tundiyê di sala borî de pê rabûne bikin?
 Tiştê ku salên 2020-2021 ji hev cuda kir ev e; em di bin giraniya pandemiya koronayê de xebitîn ku xirabûna aborî ya komek beşên civaka Mexribê, nemaze jinan, zêde kir û pandemiyê kêmasiyek girseyî di mekanîzmayên parastin û garantiya parastina jinan û mafên wan ên herî rewa de eşkere kir.
Di vê serdemê de me dît ku diyardeya şîdeta nava malê zêde bûye, ji ber ku jin ji ber karantînayê demeke dirêj bi mêrê xwe yê tacîzkar re rû bi rû bûn û vê rewşê jî şîdeta ku li dijî wê tê kirin zêdetir kir. Ji ber vê yekê di vê heyamê de karê me du qat zêdetir bû ji bo ku em bi wê re bimeşin, me pêngava telefonê ji bo wergirtina giliyên jinan dest pêk kir, di encamê de tenê di sala 2021'ê de 5000 bûyerên şîdeta nava malê gihîştin me.
Bi xebata bi jinên mexdûrên şîdetê re, şîdeta li ser jinan Mexribê herî zêde çi ye?
Şîdeta li dijî jinan cureyên cuda li gorî civakan digre. Diyarde yek e lê rêbazên wê cihêreng in, ji wan tundiya fizîkî, tundiya derûnî, tundiya aborî û zayendî û tundiya civakî.
Lê şîdeta derûnî bi cureyên din re karekterek horizontî digire, ji ber ku her jin rastî şîdetê tê helbet rastî ya derûnî jî tê. Rewşa jinên ku rastî îşkneceyê tên û nefeqeya xwe negirtine wê çawa be, psîkolojiya jineke ku rastî şîdeta zayendî tê wê çawa be bêguman wê xirab be, lewma em dibînin ku şîdeta derûnî ya yekem û ya herî zêde ye.
Ji bo têkoşîna li dijî vê nexweşiyê çi tedbîr hene?
Ji bo belavkirina çanda wekheviyê di civakê de û bicihanîna hemû peymanên navneteweyî yên ku hatine erêkirin ji aliyê Mexribê ve, başkirina qanûnên li dijî şîdetê û sererastkirinên ku tevgerên jinan daxwaza wê kirin, pêwîst e qanûn werin aktîfkirin.
Her wiha em teqez li ser danîna siyaseteke giştî dikin ji bo pêşvebirina rewşa jinan û tekoşîna li dijî tundiyê bi hemû şêweyên wê, ji bo ku bikarin rê li ber vê diyardeya ku pir zêde bûye û bandorê li jinên ji her temenî kiriye, bigire. Ji ber ku hat destnîşankirin toleranseke mezin a civakî li hemberî sûcdarên şîdeta li ser jinan heye, ev yek jî me wisa dike ku ji bo rakirina vê diyardeyê îradeyek rasteqîn hebe, ji bo dawî li rastiya toleransê were û helwestek berfireh û kûr were pejirandin ji bo rewşên jinan, ger nebe dê bandorên wê ne tenê li ser jin û civakê, li ser hemû welatan jî xirab bin. 
Yekitiya Çalakiyên Jinan yek ji wan komeleyên jinan e li Mexribê ku ji bo guhertina Qanûna Rewşa Kesane têkoşiya, bi nirxandina we ya kesane ya ji koda malbatê re, hûn îro jê razî ne?
Tecrûbeya aktîfkirina Qanûna Malbatê di heyama 18 salan de, çi bi riya dadgehên malbatê, çi jî bi riya xebatên meydanî yên ku ji hêla navendên alîkariyê ve tên kirin, bûye sedema pirsgirêkên mezin ên ku li dijî prensîbên wekheviyê ne, ji ber ku hê jî di hejmareke mezin a pêwîstiyên wê de cihêkarî berdewam dike. Jixwe piraniya destkeftiyên ku ji aliyê zagonî ve hatine bidestxistin di cewherê xwe de manewî dimînin, wek wekheviya di navbera hevjînan de di lênêrîna malbatê de û wekheviya di navbera wan de di maf û erkan de û mafê jinek têghiştî ya ku bi xwe xwe bizewicîne û her wiha ji bo birêvebirina pereyên ku di dema zewacê de hatine bidestxistin, îmkana nivîsandina peymanek serbixwe bide hevseran.
Ji ber vê yekê em dibînin ku ev destkeftiyên xwedan cewherek manewî ne, ji ber nebûna mekanîzmayên aktîfkirina wê, tu bandor li ser rewşa jinan di nava saziya zewacê de nekiriye. Ji bilî hebûna bendên din ên qanûnê yên ku wê ji naveroka wê vala dikin, wekî welîtiya zarokan, zewaca di temenê biçûk de û pirzewacî. 
Çareserkirina van pirsgirêkan hewceyê muameleyek berfireh û kûr a kodê di hemû aliyên wê de, di nav de yên ku bi têkiliyên darayî yên di navbera hevjîn û malbatê de bi gelemperî û bendên pirtûka şeşan ên têkildarî mîrasê û her tiştê ku bi prosedura daxwaznameyê ve girêdayî ne.
Xala 19’an a makezagona Mexribê wekheviya tam di navbera zayendan de destnîşan dike, bi dîtina we bi rastî ev yek di navbera zayendan de heye?
Riya ku Mexrib ji bo başkirina rewşa jinan girtiye û bi taybetî jî hewldana wê di asta qanûnî de, bandorek rastîn li ser rastiya jinan nekiriye, nemaze di warê wekheviyê de.
Pêngavên ku ji hêla Mexribê ve di warê qanûnî de hatine avêtin, li ser bingeha zagona herî bilind a ku di Destûra Bingehîn a welat de di sala 2011'an de hatiye temsîlkirin ku di beşa 19'an de wekheviya mafên sivîl, siyasî, civakî, çandî û hawirdorê destnîşan kiriye. Her wiha di pêşgotina vê qanûnê de avakirina komîsyona wekhevî û têkoşîna li dijî her cure cudakariya li dijî jinan û qedexekirin û tekoşîna li dijî cudakariya li ser bingeha zayendî, reng, bawerî, çand û girêdana civakî diyar dike, ji bilî erkên navneteweyî yên Mexribê bi erêkirina wê ya hejmarek ji peymanên navneteweyî û soza pabendbûna bi daxwazên wan, di nav de Peymana CEDAW "Peymana li dijî her cure cudakariya li dijî jinan" heye. Tevî van hemûyan û hemî destkeftî û hewldanên ku Mexrirbê jî di asta qanûnî de bi dest xistiye, bi riya hin guhertinên qismî, yên ku wî, wek nimûne, bi guhertina xala 475’an ve xist nava Qanûna Ceza lê xala duyemîn a wê, ku zewaca tecawizkarek bi tecawizkarê wê re dihat dayîn, hat rakirin. Her wiha ruxmî qanûna 103.13 ya têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku sala 2018'an ket meriyetê, li gel van hemûyan jî cihêkariya li dijî jin û keçan hê jî heye. 
Bi boneya 18’emîn salvegera derxistina Qanûna Malbatê, Yekitiya Çalakiyên Jinan bi dirûşma "Ji bo zagona malbatê ya ku rehetî û wekheviyê misoger dike" daxuyaniyek da û banga guhertina radîkal û berfireh a Qanûna Malbatê kir.