Di roja duyem ya Doza TJA: Têkoşîna me bi maf û rewaye

Di roja duyem a doza TJA de jinên girtî xebatên ku kirine dibêjin. Fîgen Aras Kaplan got: “Bi hezaran jin ketibin girtîgehê û derketibin, ev dide nişandan ku ev têkoşîn bi maf û rewaye.”

Navenda Nûçeyan- Bi çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere ye û di 30'yê Mijdara 2022'yan de dest pê kir di 2'yê Kanûna 2022'yan de aktivîstên TJA'yê Gulistan Dehşet, Didar Çeşme, Bedia Akkaya, Figen Aras Kaplan, Hatice Gungor, Hulya Kinagu, Figen Ekti, Mekiye Ormanci, Amine Demir Çoban û Zeynep Boga bê girtin, darazandina Tamcihan Çelebi, Besile Narin, Meral Şimşek, Zekiye Guler, Hulya Taşar, Yeliz Ayyildiz Kiyak, Dilan Akpolat, Aysel Ceylan, Hazal Aras û Beritan Can Yaşa berdewam dike.

Danişîna yekem ya dozê ku bi îddiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘rêvebirin an jî avakirina rêxistinê’ jê tên darizandin di roja duyem de, li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamentera HEDEP'ê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyigit, parêzerên OHD'ê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Enqereyê, gelek jin û malbat tevli danişînê bûn.

Parêzeran diyar kirin ku berî danaşînê polîs ji TEM'a Enqereyê hatine eywana danaşînê û xwestin bê tespîtkirin ka li ser wan çek heye yan na. Şandeya dadgehê  da zanîn rûniştin ji herkesî re vekiriye û daxwaza parêzeran red kir.

Ji parlementeran bertek

Parlamentera HEDEP'ê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyigit bertek nîşanî biryara dadgehê da û got ‘Ev nayê qebûlkirin.’ Parêzer Gulan Çagan Kaleli got: “Wateya polîsên memmur ku li danaşînê mesayî xerc bike çiye?  Li muwekilan zext dana avakirine? Memurek li vêderê û li ser ka çek heya yan de tesbît bikin yan ne li ser muwekilan zext dana avakirine.” Parêzer carek din derbarê polîsan de daxwaz bikin dadgehê red kir.

 ‘Îdeanemaye ûcûbe’

Di danaşînê de destpêkê Fîgen Aras Kaplan dest bi parastina xwe kir û diyarkir ku wê qeza kiriye û tevî travmaya serî derbas kiriye jî bi binpêkirina mafan rû bi rû hatiye hiştin û wiha got: “Îddianameyên derbarê me de hatine amadekirin ûcûbe ne û di dosyayê de feraseta ji têkoşîna jinan ditirse heye. Ez mamoste me û xebatên jinan didim meşandin. Ez pir dixwînim û dixwazim hemû jin azad bin.”

‘Çîroka min jî ber ez Kurdim’

Fîgen Aras Kaplan da zanîn ku ew li maseya komeleya jinan a Tirkiyeyê dixebite û got: “Di serdema navîn de bi milyonan jin bi îddiya 'pîreboktiyê' hatin şewitandin. Wê serdemê li dadgehan şahidan digotin ev jin şifakar in û şev jî bi şeytan tên gel hevdu û agahiyê digirin. Çêkirina sîrkeyê ya ji lîmonan a jinan wekî pîreboktî tê pênasekirin. Dewlet niha ji bo wan jinên hatine şewitandin lêborînê dixwazin. Ji ber Kurd im loma jî di dosyayê de min wekî ûcûbe nîşan didin.”

 Daxwaza berata xwe kir

Fîgen Aras Kaplan destnîşan kir ku tevlîbûna wê ya panela ku TJA li Wanê pêk anî weke sûc hatiye nîşandan û ji heyetê pirsî, ‘Di vê panelê de me çi kir, li hemberî kê tûndî hate kirin?’ û  got: “Ez TJA’yê weke qada têkoşîna jinê dibînim. Ez bi sedan jinan re beşdarî çalakiya 25'ê Mijdarê bûm, ger ev çalakî ne hiqûqî bin, çima em li pêşberî polîsan vê dikin? Her wiha dibêjin 'avakirina rêxistina çekdarî'. Rêxistin û çek li kû ne?Min heta niha tenê xwendekarek îdare kiriye û ji xeynî zewaca xwe tiştekî din îdare nekiriye. Di raporên MASAKê de min pere ji keçmama xwe re şand sûc hat hesibandin, hevjînê min yên 23 salan ji min re pere şand ew jî sûc hat hesibandin, jinek bi bipolar hebû ku nexweş bû hat komeleyê 200 TL jêre lazim bû, min da û ew jî ket dosyayê. Dibînim yekî bi navê Şemsettîn Ulaş di dosyayê de ye, zêrker e. Min ji bo dawetê zêr kirî. Dema tu van hemûyan rakî, îdianameya feraseta ku ji têkoşîna jinê ditirse, dimîne. Ez di komeleyan de dixebitim û îtîrazên min hene. Me dibirin tuwaleta mêran a jêr, mêrik bi me re diaxivi, dema dît ku em kurd in, got 'ez hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê me', hevalê min jî got 'ez jî siyasetmedar im'. Bifikirin, rewşek wisa heye.”

Fîgen Aras Kaplan bi bîr xist ku bavê wê axaftina bi kurdî li wan qedexe kiriye, lê dema bavê wê jiyana xwe ji dest daye bavê wê bi kurdî diaxiviye û wiha got: “Bi hezaran jinên ku dikevin girtîgehê û derdikevin  nîşan didin ku ev têkoşîn rewa ye. Min vala bikin da ku ez karibim karê xwe bidomînim. Werin em we jî vexwînin panelên xwe. Ez tiştekî qedexe nakim, her tim li pişt me polîs hene. Hûn ê bibînin ku îdianameya ji bo vê dosyayê hatiye amadekirin çiqa vala ye."

Danaşîn bi parastinan berdevam dike

Girtî Gulîstan Dehşet piştre mafê axaftinê girt û dest bi parastina xwe kir û diyarkir ku ji ber sûcên bêbingeh ev salek e di girtîgehê de ye û da zanîn ku ne tenê ew mexdûr bûye, birayê wê yê nexweşiya bîpolar ku bi wî re dijiya jî mexdûr bûye û wiha got: “Min di navbera salên 2007-2011’an de di nav partiyeke rewa di nava xebatên jinan de cih girt. Birayê min yê bîpolar girêdayî wê ye û di qeydan de diyar dibe ku salek e nehatiye dermankirin. Piştî sala 2011’an ez beşdarî xebatên jinan nebûm." Gulîstanê bi daxwaza berdana xwe dawî li parastina xwe anî.

Danaşîn bi parastinan berdewam dike.