Di îdianameya 23 TJA’yiyan de her gava ku avêtine ‘sûc’ hatiye dîtin

Danişîna 23 endamên TJA’yê dê 7’ê Mijdarê li Enqereyê were dîtin. Di îdianameya doza ku dê sê rojan bidome de, berhevkirina çopan, tunebûna hesabên banqeyê û beşdariya çalakiyan weke ‘endamtiya rêxistinê’ hincet tên nîşandan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li dijî aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 29’ê Mijdara 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû amadekirin de der barê 50 jin de bi îdiaya “rêveberiya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Di serdegirtinên malan de 23 jin hatibûn binçavkirin. Ji 23 jinan Aysel Ceylan, Bedia Akkaya, Hulya Kinagu, Gulistan Dehşet, Amîne Demîr Çoban, Mekiye Ormanci, Fîgen Aras Kaplan, Fîgen Ektî, Dîdar Çeşme û Hatîce Gungör hatibûn, Bêrîtan Can Yaş, Hazal Aras, Dîlan Akpolat, Yelîz Ayyildiz, Hulya Taşar, Zeynep Boga, Zekiye Guler, Tamcîhan Çelebî, Sultan Esen, Besîle Narîn, Hatîce Yaman, Merve Tekîn Demîrel, Meral Şîmşek bi bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di meha Nîsanê de îdianameyê amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 25’emîn a Enqereyê bi biryara bêrayebûnê, îdianameyê şand Amedê. Îdianameya ku li Amedê hat lêkolînkirin, careke din piştî ku biryara bêrayebûnê hat dayîn, sewqê dadgeha bilind hat kirin. Dadgeha îdianameyê lêkolîn kir der barê dosyayê de biryara “Rayader Enqere ye” dosyayê şand Enqereyê. Îdianameya ku hat amadekirin herî dawî ji aliyê 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin.

Berhevkirina çopan weke ‘xebata rêxistinê’ hat nirxandin!

Di 30 rûpelên destpêkê yên îdianameyê de têkildarî avakirina PKK/KCK’ê, KJA ya ku di sala 2016’an de bi KHK’ê hat girtin, li ser rêzik, peyman û avabûna Jinên Ciwan ên Demokratîk û Azad (ODGK) agahî hatine dayîn. Di îdianameya ku endamtiya KJA’yê sûc hatiye dîtin de, behsa têkoşîna wê ya li dijî qetilkirina jinan, daxuyaniyên li ser ekolojiyê, panelên li ser xweparastinê dane jî cih digrin. Di îdianameya ku hemû xebatên jinan hatine şopandin de, hemû xebatên jinan, ji berhevkirina çopan bigre heta xebatên ji bo parastina xwezayê, hemû weke sûc hatine dîtin. Ligel jinên ku hatine darizandin, di îdianameyê de navê gelek kesan jî heye. Xebatên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê yên KJA’yê û daxuyaniyên ku têkildarî komkujiya Pirsûsê ya di sala 2015’an de hatine dayîn jî di îdianameyê de cih digrin.

Tu delîlek şênber tune ye!

Di îdianameyê de, ligel şahidê veşarî ‘ULAŞ’ ku di dosyaya Kobanê de jî heye, îfadeyên kesên bi navê

Kerem Gokalp, Firat Şîşman, Sabrî Erdogan û Merdan Ruştu Ovalioglu jî hene. Tişta ku balê dikşîne e ku van kesan têkildarî jinên girtî tu tişt negotine. Jixwe di îdianameyê de delîlên şênber jî tune ne. Di îdianameya ku piştî girtina KJA’yê balê kişandiye ser avakirina TJA’yê der barê jinên tên darizandin de beyanên ‘kopyakirî’ jî di her rûpelê de tên dîtin.

Hebûn û tunebûna hesabê banqeyê sûc hatiye dîtin!                                    

Di îdianameya ku cihekî zêde ji raporên MASAK’ê re hatiye dayîn de transfera pere bûye mijara sûcdariyê. Ji bo jinên ku mulk kirîne îfadeyên; “çavkaniya pereyê pêşîn û gayrîmenkul nayê zanîn” cih digrin. Ev rewş ji bo jinan hinceta “rêveberiya rêxistinê” hat nîşandan. Têkildarî transfera pere di îdianameyê de nirxandinên bi nakok hene û tunebûna hesabê banqeyê jî bi guman hat dîtin.

Îfadeyên kopyakirî û pêvekirî di her rûpelê de hene!

Di beşa “Girteka Lêkolîn Tesbît û Nirxandinê” ya îdianameyê de, ji bo hemû jinên ku hatine darizandin îfadeyên ku bi heman awayî “kopyakirî-pêvekirî” ne hene. Dozgeriya ku aktivîstiya TJA’yê weke hinceta “endamtiya rêxistinê” nîşan daye, hevpeyvînên ku jinan têkildarî jinên Kurd û tecrîdê dane ajansan jî weke “amadekariya çalakiyê” hatine nirxandin.

Çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê sûc hatin nîşandan!

Di îdianameya ku behsa xebatên jinan ên 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê tê kirin de, çûyîna jinan a di 25’ê Mijdara sala 2014’an li Rihayê, “Endamtiya rêxistinê” hat dîtin. Dîsa beşdariya çalakiya ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Dêrsimê hinceta sûc hatiye nîşandan.

Danişîn 7’ê Mijdarê dest pê dike!

Di îdianameya 326 rûpelî de dozgeriyê ji bo Amîne Demîr Çoban, Bêrîtan Can Yaş, Meral Şîmşek û Merve Tekîn Demîrel bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, ji bo Hazal Aras, Sultan Esen, Besîle Narîn, Zeynep Boga, Hatîce Yaman, Aysel Ceylan, Hulya Taşar, Zekiye Guler, Yelîz Ayyildiz Kiyak, Tamcîhan Çelebî, Dîlan Akpolat, Mekiye Ormanci, Fîgen Aras Kaplan, Gulistan Dehşet, Fîgen Ektî, Dîdar Çeşme, Hatîce Gungör, Hulya Kinaqu û Bedia Akkaya jî “rêveberiya rêxistinê” û “endamtiya rexistinê” ceza xwest.

Danişîna yekem a dozê dê di navbera rojên 7, 8, 9’ê Mijdarê de li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were dîtin.