Di doza lêgerîna tazî ya zarokên 5 salî de biryara neşopandinê!

Z.A.B û keçên wê yên cêwî yên 5 salî li Bismilê di pîrozbahiya Newrozê ya 19’ê Adarê de hatibûn binçavkirin. Der barê lêpirsîna girtina şopên tiliyan yên zarokên 5 salî, legrîna tazî û muameleya xirab a jiyane de dozgeriyê biryara neşopandinê da.

MEDİNE MAMEDOĞLU

Amed – Li Bismilê di 19’ê Adara 2019’an Roja Newrozê ya ku hat pîrozkirin de, zarokên keç ên cêwî yên 5 salî û dayikên wan ZAB ya cil û bergên neteweyî li xwe kiribûn hatin binçavkirin, li qereqola zarokan şopa tiliyan hat girtin. Piştî muameleya xerab a li dijî zarokan, Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê der barê mijarê de serlêdana sûc kirin û xwestibû berpirsyar bên darizandin. Serdozgeriya Komarê ya Bismilê bi hinceta ku wêneyê zarokên cêwî û dayikên wan rastî muameleya xerab nayên, di bergeha lêpirsîna ku bi giliya sûc hat destpêkirin de biryara neşopandinê da. 

Li 2 zarokên 5 salî tazî lêgerîn kirin!

Di lêpirsîna ku gumanbar cerdevan bûn de îfadeyên dayika zarokên cêwî Z.A.B. jî cih girt. Dayîk Z.A.B. di îfadeya xwe de diyar kir ku ew 2 caran hatiye binçavkirin û di dema binçavkirina ewil de tevî zarokên xwe li midûriyeta polîsan a ku wan birine rastî lêgerîna tazî hatine, destnîşan kir ku di Newroza 19’ê Adara 2019’an de dema ku ji bo mitinga Newrozê çûye deriyê lêgerînê, li nokta lêgerînê polîsên jin cilên wê û yên her du zarokên wê ji wan kirine û wan binçav kirine. Z.A.B ya destnîşan kir ku du polîsên jin ketine milê wê û wê binçav kirine, da zanîn ku li qereqola ku tevî zarokên xwe çûye, wê birine xurfeyek vala û ji aliyê her du polîsên jin ve rastî lêgerîna tazî hatiye.

Li qada ku dûyemîn car çûyê car din rastî lêgerînê hat!

Dayîka ku destnîşan kir zarokên wê jî bi awayekê tazî hatine lêgerîkirin, da zanîn ku paşê îfadeya wê hatiye girtin, lê ji zarokên wê îfade nehatiye girtin lê li ser pelekî vala şopên tiliyên wan hatiye girtin. Z.A.B. ya bibîr xist ku piştî îfadeya ku ew daye car din tevî zaorkên xwe ber bi qadê ve çûye, got ku polîsên jin ên li noqteyê lêgerînê jê re gotine “Me te negirt binçava? Tu çima dîsa hatî vir?” û car din tevî zarokên wê di kabîna lêgerînê de lêgerîna tazî li ser wan ferzkirine.

Bi seatan li qereqolê hat rawestandin!

Z.A.B. ya ku heman rojê piştî ku çûne malê di seat 18.00’de li wan geriyane û bi hinceta ku îfadeya wan kêm in car din wan birine qereqolê, pişt3i îfadeya xwe da qereqolê telefona wê hat desteserkirin û bi seatan li wir hat rawestandin. Dayîk Z.A.B. ya ku piştî wê birin nexweşxaneyê seat 01.00’ê şevê hat berdan, polîsan gilî kir. Dozgeriya ku li ser giliyê lêpirsîn da destpêkirin, bi hinceta ku der barê muameleya xirab a li ser dayîk û zarokan de delîl û dîmenek nîne, derbarê dosyayê de biryara neşopandinê da.

Ji bo dayîk lêpirsîna vekirî!

Li aliyekê din hat zanîn ku der barê Z.A.B. ya ku ew roj hat binçavkirin de bi hicet nîşandana cil û bergên heremî yên ew roj li xwe kiribû ji aliyê dozgeriyê ve li cudarkirina ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’  lêpirsîn daye destpêkirin.

Dozgeriyê di lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de destnîşan kir ku têkiliyê dayîkê bi rêxistinê re nîne biryara neşopandinê da.