Di doza kiryar Onur Gencer de biryara bi hincet hat dayîn

Sedema biryarê der barê Onur Gencer de ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz qetil kir û ji 4 sûcên cuda cezayê muebetê û 9 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, hat eşkerekirin.

Îzmîr - Biryara bi hinceta a doza der barê Onur Gencer ê ku li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê êrîşa çekdarî pêk anî û Denîz Poyraz qetil kir, hat eşkerekirin.

Di doza ku di 27'ê Kanûna 2022'an de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin de, ji bo sûcdar Onur Gencer ji sûcên " kuştina bi plankirî û bi qestî " cezayê muebetê, "Binpêkirina parêzbendiya avahî", "zerar dayîna mal û milk" û "muhalefeta qanûna çeka bi agir” bi giştî 9 sal cezayê girtîgehê hatibû dayîn.

Di biryara bi hincet ku hat diyar kirin tu gotin û tevgerên ku Onur Gencer ê bibe sedema poşmanbûnê tune ye, hat diyarkirin ku tu nêrîneke erênî nîn e ku sûcdar li gorî meyla xwe ya sûc û kesayeta xwe di pêşerojê de xwe ji sûcê xwe dûr bixe.

Di biryara ku hat diyar kirin amedekariya Onur Gencer a beriya êrîş û biryara girt, Denîz Poyraza berê nasnedikir bi plankirî qetilkir de, di çarçoveya amadekarî û biryara xwe ya beriya êrîşê de hat destnîşankirin ku Onur Gencer bi biryar e ku sûcên din jî bike.

Di biryarê de bal hat kişandin ku Onur Gencer ji bo pêkanîna komkujiyê bi çek ketiye avahiya aîdî HDP'ê yê ku li Meclîsê komeke wê heye, hat diyarkirin ku eşyayên ku di sûcê de hatine bikaranîn û bi destwerdana fizîkî xisar gihandiye wesfa eşyayên ku avêtiye derveyê avahiyê metirsiya ku zirarê bide kesên din ên dervayî avahiyê ava kiriye.