Di dosyaya Şebnem Korur Fincanci de biryara bêrayetiyê hat dayîn

Buroya Hiqûqê ya TTB'ê ragihand ku îdianameya der barê Şebnem Korur Fincanci de hat amadekirin, bi hinceta ‘bêrayetiyê’ şandine Stenbolê.

Navenda Nûçeyan - Buroya Hiqûqê ya Yekitiya TabîbênTirk (TTB), der berê îdinameya Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancî ya ku ji ber diyar kir divê der barê bikaranîna çekên kîmyewî yên li Tirkiyeyê ku li qadên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federal a Kurdistanê, lêkolîn bên kirin, hat girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê, daxuyanî da.

Buroya Hiqûqê ya TTB'ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku 3'emîn Dadweriya Cezayê Sulh a Enqereyê di 27'ê Cotmehê de biryara girtinê da û tevî îtirazên 582 parêzeran jî girtina wê didome, da zanîn ku serdozgeriyê di 10'ê Mijdarê de, nivîsa sewq ku bi daxwaza girtina Şebnem Korur Fincanci Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin, anî rewşa îdianameyê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Xisûsa ‘materyalên ji malê derdikevin' ku ji weşanên zindî re hat pêşkêşkirin, der barê Şebnem Korur Fincanci de li raya giştî nêrîneke neyînî ava kiriye û ji bo bandorkirina meqamên darazê û zextê hat avakirin, bi cihnegirtina hinceta girtinê de careke din hat dîtin ku ne rast e. Em dixwazin diyar bikin ku ji ber van sedeman dê pêvajoya hiqûqî cuda bê meşandin.”

Biryara bêrayetiyê

Di daxuyaniya TTB'ê de ku hat diyarkirin ku 4'emîn dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ewil îdianame qebûl kiriye û paşê bi hincet nîşandana cihê sûc hatiye pêkanîn û navnîşana îqameyê ya hatiye îdiakirin, dosyayê bêrayetî sewqê dadgehên Stenbolê kir, wiha hat gotin: "Li gorî rewşa heyî dê dosyaya dozê were dadgehên Stenbolê û piştî ku diyar bibe dê doz li kîjan dadgehê were dîtin dê li benda biryara vê dadgehê ya 'rayê' bê sekinandin. Ger Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryar bide ku dadgeha rayedar dê doz li Stenbolê bê dîtin. Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîban a Tirk û Buroya Hiqûqê ya Yekitiya Tabîban a Tirk, ji bo Dr. Şebnem Korur Fîncancî ya ku hatiye girtin, bêhiqûqiya her roj demildest ji holê bê rakirin, hemû hewldanên hiqûqî pêk tîne û pêvajoyê dişopîne.”