"Dewleta tirk sûcên şer pêk tîne divê were darizandin"

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sara Qewas sûcên şer û kiryarên dewleta tirk ên li Şengalê şermezar kir. Sarayê got: "Dewleta tirk hemû sûcên şer ku di hevpeymanên navneteweyî de hatine qedexekirin pêk tîne. Divê ku êdî dewleta tirk ji ber sûcên xwe were cezakirin."

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk di 16 û 17`ê Tebaxê de bi balafirên bê mirov Şengal bombebaran kir. Dironên dewleta tirk di bombebarana yekemîn de wesayîdek hedef girt û di encamê de fermandar û şervanekî YBŞ`ê jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Di bombebarana duyemîn de dewleta tirk nexweşxaneya gel a gundê Sikêniyê yê Şengalê topbaran kir. Di encamê de 8 kesên ku xebatkarên tendurstiyê bûn jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Di heman demê de dewleta tirk bi dijwarî Til Temir û Zirganê jî bombebaran kir. Her wiha bi balafirên bê mirov wesayîdên sivîl li Kobanê û du caran li Qamişlo bombebaran kir.
Dewleta tirk bi rengekî eşkere sûcên şer ên qedexekirî pêk tîne
Hevpeymanên Cinêvê ku di çarçoveya 4 pêvajoyan de ji sala 1949`an heta 1964`an bi rêve çû, sûc û cînayetên ku weke sûcên şer tên binavkirin pejirand. Hevpeymana çaremîn teqez kir ku di divê di şeran de sivîl werin parastin. Ev hevpeyman di encama zagonên navneteweyî de hat qebûlkirin û divê hemû hêz bi kar bînin. Di vê çarçoveyê de di sala 2002`an de dadgeha ceza ya navneteweyî hat avakirin da ku kesên sûcên şer û qirkirinê pêk anîbin werin cezakirin. Li gorî hevpeymanê îşkencekirina malbatan û darvekirina wan, tecawiza li dijî jinan û talankirina milkên wan, guhertina demografî û koçberkirina bi dara zorê, qirkirin û tundî sûcên şer in.
Li gorî zagon û hevpeymanên navneteweyî yên sûcên şer, diyar dibe ku dewleta tirk bi rengekî eşkere zagonên navneteweyî binpê dike.
Di vê çarçoveyê de hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a herêma Firatê, Sara Qewas ji ajansa me re binpêkirinên dewleta tirk nirxand. 
"Erka me şopandin û belgekirina binpêkirina mafên mirovan e"
Sara Qewas di destpêkê de rol û erka komeleyên mafên mirovan anî ziman û got: "Armanca komeleyên mafên mirovan ji hemû aliyan ve şopandin û parastina mafên mirovan e. Mixabin em di pêvajoyeke wisa de dijîn e ku hovîtî, tundî, zordarî, qetilkirin û îşkence di asteke bilind de ye. Di vê rewşê de em weke komeleya mafên mirovan, binpêkirinên ku li ser însanan çêdibin şopandine. Di gelek bûyer û rewşan de em dixwazin mudaxele bikin lê mixabin ku hevpeymana me rê nade vê yekê û em tenê dikarin rewşa mirovan bişopînin û belge bikin. Piştre jî em li ser medyaya civakî perve dikin û dikin rojev da ku aliyên berpirsyar ji bo me bibin bersiv." 
"Ji mafên mirovan zêdetir berjewendiyan bingeh digrin"
Sarayê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya li hemberî kiryarên dewleta tirk û got: "Heger em vegerin dîroka dewleta tirk em ê bibînin ku dewleteke bi qirkirina gelan û xwînrijandinê hatiye naskirin. Ji ber vê êrîşên ku li ser Şengalê çêbûn, cihê xwe di rêza êrîşên dewleta tirk a qirkirina gelan de digrin. Kiryar, êrîş û komkujiyên ku dewleta tirk di sedsala 21’emîn de dike, li cem tu rêxistin û komeleyên mirovî yên cîhanî û herêmî nayê pejirandin. Li Şengalê komkujiyeke li ber çavên tevahî cîhanê pêk hat lê me tu helwestên cîhanî nedîtin. Ev bêdengî ji me re diyar dikin ku hêzên navneteweyî ji mafên mirovan û binpêkirinên hevpeymanên navneteweyî zêdetir, berjewendiyên xwe bingeh digrin. Bi taybetî jî em dikarin balê bikşînin ser bêdengiya hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê." 
"Divê dewleta tirk li dadgeha navneteweyî were darizandin"
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a herêma firatê Sara Qewas banga darizandina dewleta tirk kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bombebarana nexweşxaneya Şengalê sûcekî şer e û dewleta tirk pêk tîne. Di wê nexweşxaneyê de zarok, jin, kesên temenê wan mezin û kadroyên tendirustiyê hatin hedefgirtin. Ew êrîş delîleke xurt ê hovîtî û binpêkirinên dewleta tirk e. Rola me di vê rewşê de belgekirina kiryarên dewleta tirk e û ji raya giştî ya cîhanî re raghandin e. Heger belgeyên me werin pejirandin divê ku dewleta tirk li dadgeheke navneteweyî were darizandin û hesab bide. Li aliyê din em dizanin ku rêxistin û komeleyên mafên mirovan nikarin şerekî çekdarî bikin lê pêwîst e ew jî li gorî hevpeyman û zagonên xwe bibin xwedî helwest. Em weke komeleya mafên mirovan a herêma Firatê bang li raya giştî, civaka navneteweyî û komeleyên mafên mirovan dikin ku li hemberî kiryarên dewleta tirk bibin xwedî helwest."