"Desthilatdarî li şûna mafê jiyanê ya jinan li kotaya xwe fikirî"

Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Raîfe Camcî, zêdebûna cînayetên jinan nirxand, bal kişand ku ji ber hikûmet li şûna mafê jiyanê yê jinan kotaya xwe difikire, pêşî li zêdebûnan cînayetan nayê girtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li gorî daneyên mehane yên Jinnewsê di meha Tîrmeha borî de 31 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Di 8 mehên destpêkê yên salê de hejmara cînayetên jinan neket binê 30’î, tenê di nava 4 rojan de li Şirnexê 3 jê zarokên keç û 2 jê jin 5 kes hatin qetilkirin. Bêdengiya desthilatdariyê ya li dijî zêdebûnê berdewam dike, komeleyên jinan sedema herî mezin a zêdebûnê pêşînegirtina tundiyê nirxandin. Her wiha jinan diyar kir ku desthilatdarî dema ku jinên bi rêxistin û hişmend dibîne, bi hêrs û fikara ji bo mayîna li ser qoltuxê, dev ji mafê jiyanê ya jinan berdide.

“Diyardeya mêrîtiya ku serê wî hatiye mezinkirin zanabûnê napejirînin”

Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Raîfe Camci ku em der barê mijarê de pê re axivîn, da zanîn ku xala hevpar a cînayetên jinan a di demên herî dawî de pir zêde bûye, redkirina jinan e. Raîfe Camci bal kişand ku di nava 4 rojan de 4 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, diyar kir ku diyardeya mêrîtiya ku di nava civakê de serê wî hatiye mezinkirin, tundiyê li dijî jinên bi hişmendî û xwerêxistinkirî weke çareseriyê dibîne. Raîfe Camci di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

 “Lêgerîna maf û redkirina mêr perdeya li pişt van cînayetan ava dike. Di rewşa heyî de, diyardeyeke mêran ku bi salan e ji aliyê rolên zayendiya civakî ve hatiye kirin heye. Dema em vê dinirxînin, ya yekemîn; têgihîştina zayendiya civakî ku bûye hestî heye, ya duyemîn jî em bi tîpeke mêr ku xwe li ser her tiştî dibîne û jinan qels dibîne re rû bi rû dimînin. Loma redkirina jinan qebûl nake û li ser vê mêr hemû hêrsa xwe ji serê jinan derdixin.”

“Piştî her daxuyaniya desthilatdariyê êrîşên li dijî jinan zêde dibin”

Raîfe Camci diyar kir ku bi civakeke ku jinan dîke dike û mêran kirde re rû bi rû ne û yek ji beşa ku dixwaze vê dîke kirinê bide jiyîn jî desthilatdariyê, dest nîşan kir ku di her daxuyaniya desthilatdariyê û kesên nêzî desthilatdatiyê der barê jinan de didin, êrîşên li ser jinan zêde dibe. Raîfe Camci a gotina "di vê civakê de girseyek mêran a ku xwe nîşan nade û vedişêre heye”, anî ziman ku ev girseya ku xwe weke bekçiya namûsê dibîne, piştî her daxuyaniya desthilatdarî û mêr oldar yên der barê jinan de dadikevin kolanan.

"Ji bo li ser qoltixa desthilatdariyê bimîne, der barê jinan de van polîtîkayan dimeşîne"

Raîfe Camci da zanîn ku desthilatdariya ku naxwaze jin bi hişmedî bin, ji bo li ser qoltixa xwe bimîne der barê jinan de polîtîkatên bi vî awayî dimeşîne, axaftina xwe wiha domand: “Desthilatdarî dema qoltix dikeve xeterê, êrîşek bi pêş dixin. Desthilatdarî li cihê ku hişmendiya bi jinan re pêş dikeve tundiyê red dike, yekser dixwaze ji vê re bibêje raweste. Desthilatdarî ji vê potansiyela jinan ditirse. Desthilatdarî piştre çi dike, hemû têgihîştina xwe li ser jinên bi hişmendî dibe, şêwe dike. Ji bo ku jin xwe birêxistin nekin û bi hişmedibûna xwe zirarê nedin feraseta mêr, li dijî cînayetên jinan tedbîran nagre û tundiyê ji nedîtî ve tê. Sedema herî mezin a zêdebûna cînayetên jinan jî ev bêtedbîrî û pêşînegirtin e. Desthilatdarî ji bo qoltixa xwe van polîtîkayan dimeşîne."

"Li şûna mafê jiyanê ya jinan li xwe difikire"

Raîfe Camci diyar kir ku ji bilî van daxuyaniyên yek ji sedemên zêdebûna cînayetên jinan jî betalkirina Peymana Stenbolê ye û wiha got: “Bi betalkirina peymanê re mêran zêdetir cesaret girt. Çima ji ber ku dizanin ew ê kêmtir ceza bistînin. Sedema betalkirina peymanê tam jî ev e. Desthilatdariyê dît ku êdî jinên ku rexne dikin û bi xwe rêxistin dikin hene, bi vê pêvajoyê re li şûna parastina mafê jiyanê yê jinan, li kotayên xwe fikirî. Tercîh kir ku mafê jiyanê yê jinan piştguh bike û li ser qoltixa xwe bimîne. Ji ber ku peyman, ji xalên mafên jinan diparêze û pêşiya tundiyê digre, pêk dihat. Lê mixabin dixwazin mafên jinan tunebe û di nava pêkhateya zayendperest de weke ya din bimîne, rewş wiha berdewam bike.”