Der barê kiryarê ku êrişa zayendî pêkanî 15 sal cezayê girtigehê hat xwestin

Der barê Ferman Î. yê ku li Baglarê gef li zarokekî xwar, êrişa zaynedî pêkanî û piştî rojekê dibin binçavan de ma hat berdan de, heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.

Amed- Derket holê ku li navçeya navend Baglarê Ferman Î. ê 30 salî li dijî zarokek êrîşa zayendî ya bi pergal pêkaniye û gef xwariye. Hate diyarkirin ku êrîşa zayendî ya di sala 2020’an de destpêkiriye, bi awayekî pergalî berdewam kiriye, bûyer ji edliyeyê re hat guhestin. Kiryarê ku bi amûra birîna gef li zarok xwar, li ser giliya malbata zarok hat binçavkirin, lê piştî binçavkirina rojek îfadeyê wî hat girtin û hat berdan.

Rastî êrîşa zayendî hat û gefên mirinê girt

Li gorî vêgotinên zarok ya ji malbata xwe re derket holê ku Feman İ. di Nîsana 2020’an de bi derketiye pêşiya zarok gef xwariye û ji dîrokê heta niha li dijî zarok êrîşa zayendî pêkaniye. Malbat der barê Ferman İ. de gilî kir.

Hat xwestin Ferman Î. bê cezakirin

Hate hînbûn ku Ferman Î.yê ku di çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin û îfade da, piştî ku rojek di bin çavan de ma, hat berdan. Ferman Î. yê ku sûcê êrîşa zayendî qebûl nekir, di îfadeya xwe de qebûl kir ku zarok şopandiye.Dosya ji Dadgeha Cezayê Giran re hat şandin, der barê Ferman Î. de bi sûcdariya "êrîşa zayendiya li dijî zarok” îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku ji Ferman İ. re ji 8 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê bê dayîn.