Der barê Eren Keskîn a ‘rexneya hiqûqî kir’ de ceza hat xwestin

Der barê Hevseroka ÎHD’ê ya Giştî Eren Keskîn de bi îdiaya “Kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtine hedef nîşan daye’ cezayê girtîgehê hat xwestin.

Navenda Nûçeyan- Der barê Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn a ku parastina Abdulillah Poyraz ê ku di êrîşa çekdarî ya 17’ê Hezîrana 2021’an de ji aliye Onur Gencer a li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hat qetilkirin axivî û tê darizandin kir, doz hat vekirin.

Eren Keskîn der barê darizandina Abdulillah Poyraz de li ser medyaya dijîtal ev parvekirin kir: "Dozgerê lêpirsînê ku bo ronîkirina êrîş û cînayetê lêpirsîneke bi bandor nake, hewil dide delîlan reş bike û ji xeynî tetîkçiyê derketina holê ya kujeran asteng dike, der barê bavê biêş ya  Denîz Poyraz de bi sûcê propaganda doz vekir."

Ev parvekirina Eren Keskîn bû mijara dozê. Danişîna ewil a doza li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hate dîtin. Eren Keskîn a bi sûcên “Ji ber peywîra wî heqaret li peywîrdarê cemaweriyê kiriye” û “Hedefgirtina kesên ku di têkoşîna li dijî terorê de cih girtine” tê darizandin bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.

‘Min rexneyeke hiqûqî kir’

Eren Keskîn bertek nîşanî îdiaya “Daxwaza wan heye ku têkiliya FETO/PYD’yê ya bi bûyera qetilkirina Denîz Poyrazê lêkolîn bikin” a di îdianameyê de cih digre û wiha got: “Lê em difikirin ku têkiliya vî kesî bi rêxistinên din re heye. mînak, ez difikirim ku têkiliya vî kesî bi Ocaxên Ulkuyan re heye û ev êrîş li vir hatiye plankirin. Der barê sûîqesteke ew çend girîng a siyasî de, ev kes rojekê di binê çavan de hat ragirtin û têkildarî êrîşeke organîzeyî, tu lêpirsîn nehate kirin.”

Eren Keskîn a destnîşan kir ku wê dozger hedef nîşan nedaye û weke parêzer ew baş dizane ku ev tê çi wateyê û dest nîşan kir ku tenê rexneyeke hiqûqî kiriye.

Dozgerê ku piştî parastinê der barê esasê de mutalaaya xwe pêşkeş kir, xwest ku Eren Keskîn bi sûcê “Li dijî peywîrê cemaweriyê heqeret“ bê beraetkirin, bi sûcê “Hedefgirtina kesên ku di têkoşîna li dijî terorê de cih girtine” bê cezakirin.  Doz ji bo li dijî mutalaaya derbarê esasê de parastin bên amade bikin, taloqî 1’ê Hezîrana 2023’an hat kirin.