Der barê Şebnem Korur Fîncanci û endamên TTB’ê de lêpirsînek nû hat vekirin

Der barê seroka Yekitiya Bijîşkên a Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci û endamên din de lêpirsîn hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Li hemberî îdiayên ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye, seroka Yektiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Şebnem Korur Fîncanci ji ber daxuyanî dabû û gotibû divê were lêkolînkirin, der barê Prof. Şebnem Korur Fîncanci û endamên din ên konseyê de lêpirsîna duyem hat vekirin.

Di lêpirsîna ku ji aliyê serdozgeriya komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin de hatiye diyarkirin ku Şebnem Korur Fincancı û hemû endamên din ên konseya TTB’ê bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ kirine û hat zanîn ku di dosyaya lêpirsînê de biryara veşartî hatiye girtin.