Daraza Tûnisê cezayê girtîgehê li Muxalîf Shaima Issa birî

Daraza leşkeri ya Tûnisê, cezayê salek yê girtîgehê li Muxalîf Shaima Issa birî. Ceza hate taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Dadgeha Leşkerî ya Tûnisê, di dîroka 13’ê Kanûnê de bi îdeaya ‘artêş teşwîqî îtaatkariyê kiriye û heqaret li serokkomarê welat kiriye’ cezayê salek yê girtîgehê li endama ji Eniya Rizgariya Muxalîfê Shaima Issa birî. Cezayê girtîgehê a Shima Issa hate taloqkirin.

Muxalîfan, diyarkir ku mafê daraza leşkerî ya darazandina rayedarek ê Muxalîf nîne. Cezayê salekê yê Shaima Issa şermezar kir. Muxalîfan got: “Cezayên girtîgehan armanca gavek a dengên ku serok Kays Said rexne dikin bêdeng bikin e.”

Shaima Issa beriya ku derbikeve dadgeha leşkeri wiha got: “Tûnis yek ji ronahiya azadiyê ye, lê belê îro vegeriyaye girtîgehek mezin a dorpêçkirina fikrê azadiyê.”

Shaima Issa berê jî bi îdeaya ‘Li dijî ewlehiya dewletê avakirina komployê’ hatibû girtin. Shaima Issa di Tîrmeha borî de hatibû berdan.