Daraza mêr carek din kiryarên tecawizê yên tarîqatçî parast

Di doza ku damezrînerê Weqfa Hîranurê Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî dihatin darizandin de, dadgehê ku daxwaza wezaretê ya "nepenîtiyê" ya der barê dozê qebûl kir, ji bo danişînê qedexeya weşanê anî.

Stenbol- Duh 1’êmin danişîna doza ku damezrînerê Weqfa Hiranurê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlayê Yusuf Ziya Gumuşel, keça xwe H.K.G. di 6 saliya xwe de bi “murîdê” xwe Kadîr Îsteklî re zewicand û çavê xwe tecawîza keça xwe re girt, kiryaran bi sûcdariyên “bi awayekî xelekê îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” û “êrîşa zayendî” dihat darizandin li Edliyeya Anadolyê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin.

Wezareta Xizmeta Malbat û Civakî ku daxilî dozê bû 29’ê mehê daxwazname daye dadgehê û xwestibû ku derbarê dosyeyê de biryara veşarî were girtin û danişîn girtî bên kirin û derbarê dozê de biryara qedexeya weşanê bê dayîn. Gelek rojnamevan, jinên aktîvîst û siyasetmedarên xwestin dozê bişopînin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ji bilî Seroka Baroya Stenbolê Fîlîz Saraç, Wezîra Xizmetên Malbat û Civakî Derya yanik û parlamenteran kesî bernedan hundir. 

Li korîdora edliyê demek dirêj nîqaş hatin kirin. Di danişînê de parêzeran daxwaza eywanek mezintir kirin. Dadgehê daxwaza parêzeran red kir. Li ser israra parêzeran, heyeta dadgehê biryar da ku danişîn li Bloka C’yê were lidarxistin.  

Di eywana danişîna ku dereng destpêkir de, kiryarên bûyerê Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî amedebûn û H.K.G. jî tevlî danişînê nebû. Balkêş bû ku gelek polîs û leşkeran bersûcan diparast.

Ji doze re nepenîtî û qedexeya weşanê

Di danişîna ku piştî daxwaza Wezareta Xizmeta Malbat û Civakî ya “nepenîtiyê” navber hat dayîn de dadgeh biryara xwr eşkere kir. Dadgeh daxwaza wezaretê qebûl kir û doza hat dîtin re qedexeya weşanê anî. Piştî biryara hat dîtin danişîn dê girtî bên dîtin.