Daraza mêr bi ‘halê baş’ cezayê kiryar daxist

Engin T. ku li Çinarê bi awayek sîstematîk êrîşa zayendî li beramberî zarokekê bikaranî, ji dadgeha ku bejdarnebûyî ji ber sekin û nêzikatiyên wê bi daxistina ‘halê baş’ 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birin û hikmê kontrola edlî hate pêkanîn.

MEDİNE MAMEDOĞLU

Amed- Li navçeya Çinar ya Amedê Engîn T. ê ku bi awayek sistematik êrîşa zayendî li beramberî zarokekê bikaranî, ji doza ku jê dihat darazandin 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê girt. Bûyera ku di Cotmeha 2020’an de hate jiyan kirin, piştî giliyê dayîka zarok bir darazê. Piştî gilî Engin T. hate binçavkirin û piştre hate berdan, di pêvajoya darazandinê de tenê carekê bi rêya amura deng û dîmen (SEGBÎS) derket pêşberî dadgehê. Tiştên hatî jiyan kirin hem rapora tiba edlî hem jî qeydên HTS pîştrast kir, di biryara dadgehê de kiryar Engîn T. nehat girtin.  

Di bûyera ku di sala 2020’an de hatıye jiyan kirin de, hat zanîn ku Engîn T. bi caran bi amurên birin û guleyan gef li zarokê dixwar. Hat zanîn ku dayîka kiryar ji bo ji kesê re nebêje gef li zarok xwariye.

Gef li parêzer û malbatê xwarin!

Piştî bûyer derket holê, malbata kiryar Engîn T. herçendî ku xwestin zarokê bi kiryar re bidin zewicandin û gilî nekin, malbata zarokê qebûl nekirin. Li ser vê yekê malbata kiryar xwest pare bide malbata zarok û gef li parêzerê malbata zarok xwarin. Malbata zarok ji ber tu daxwazên malbata kiryar qebûl nekirin, vê carê bi mirinê gef li wan xwarin. Li ser gefan malbata zarok neçar man gund bi terikînin.

Bi daxistina halê baş ceza hate hilweşandin!

Lêpirsîna ku li Çinarê destpêkirî, piştî ku bi bêşopînê re encam bû parêzeran doz birin Amedê. Li rûxmê giliyan, bersûc tenê rojekê di bin çavan de ma û di dema darazandinê de hat zanîn ku nehatibû girtin. Pêvajoya darazandinê ku li 3’emîn dadgeha cezayê giran ya Amedê hatî destpêkirin li gel pedogog îfade hatin girtin, rapora ku saziya tiba edlî amadekirî de tiştên ku hatî jiyankirin piştrast kir. Darazandina ku dû salan berdewam kirî, kiryar Engîn T. bi awayek fizîkî qet bejdar nebû. Dadgehê ji kiryarê ku ji ber sucê ‘bi zanabûn îstismarkirina zarok’ di Kanuna 2022’an de biryar da. Di biryarê de Engîn T. ê ku carekê bejdarî danaşînê nabûyî ji ber sekin û nêzîkatiyên wê ê di danaşînan de daxistina ‘halê baş’ hate pêkanîn. Kiryarê ku 20 sal ceza girtî bi daxistina ceza re daxistin 16 sal û 8 mehan.

Kiryar nehat girtin, itiraza parêzerê malbata zarokê ya biryarê hate redkirin.