Danişîna rojnameger Sadiye Eser hate dîtin

Danişîna doza 33 kesên ku di nav de rojnameger Sadiye Eser jî heye û tên darizandin, taloqî 1’ê sibata 2023’an hate kirin.

Stenbol -  Danişîna 22’yemîn a doza 33 kesên di nav de rojnameger Sadiye Eser jî heye û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirinê” tên darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate dîtin.

Sadiye Eser tev li danişînê nebû lê parêzera wê Nermîn Selçûk di dema danişîn dihat dîtin de amade bû. Piştî diyarkirina nasnameyan ji ber ku heyeta dadgehê guheribû zabitên berê hatin xwedin. Di danişînê de kesên ku tên darizandin, parêzerên ku tev li danişînê bûne û dozgerî xwestin ku kêmasiyên dosyeyê bên temamkirin.

Dadgehê derbarê Beşîr Sonmez, Denîz Babîr, Cahît Yagmahan, Vedat Çelîk û Vedat Aydin ên di çarçoveya dosyayê de derbarê wan de biryara girtinê hatibû dayîn, biryar da ku biryara înfazê bê sekinandin û danişîn taloqî 1’ê sibata 2023’an kir.