Danişîna ewil a Ahmet Babat ê Firdevs Babat qetil kir di 25’ê Çileyê de ye

Lêpirsîna Firdews Babat a ku ji aliyê Ahmet Babat ve bi îşkenceyê hat qetilkirin bi dawî bû. Rûniştina destpêkê ya doza ku piştî îdianameyê hat qebûlkirin dê di 25'ê Çileya 2023'an de bê dîtin.

ŞIRNEX – Cenazeyê Firdews Babat, ya 17 salî ku di 18'ê Tebaxê de li navçeya Qilaban a Şirnexê winda bûbû, piştî rojekê li Çemê Hîzil a navçeyê hat dîtin. Piştî cenaze hat dîtin, Ahmet Babat ê 21 salî ku hat tespîtkirin herî dawî bi Firdevs Babat re hevdîtin pêk aniye, hat binçavkirin. Kiryar Ahmet Babat ê ku li xwe mikur hat ku Firdevs Babat bi çeka rêncberê birayê xwe Ramazan Babat qetil kiriye hat girtin, piştî îdianameya ku derbarê lêpirsînê de hat amadekirin de, doz hat vekirin. Runiştina destpêkê ya îdianameyê ku bi îdiaya "Bi zanebûn qetilkirina zarok" hatibû amadekirin, dê di 25'ê Çileya 2023'an de bê dîtin.

Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê rapora ku Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê amade kiribû qebûl kir û di îdianameyê de xwest Ahmet Babat bê cezakirin. Derbarê birayê wî Ramazan Babat ê ku di heman lêpirsînê de dihat darizandin jî bi îdiaya "Bi zanabûn qetilkirina zarok " biryara neşopandinê hat dayîn, di îdianameya hatî amedekirin de îfadeyên bersûcan, raporên lêkolîna cihê bûyerê, rapora sûc û otopsiyê jî cih girt.

Îfadeyan êrîşa zayendî piştrast kir

Di îfadeya Ahmet Babat ê di dosyaya lêpirsînê de cih girt de diyar bû ku roja bûyerê li mala xwe bi Firdevs Babat re hevdîtin pêk anîne û piştî nîqaşê çûne Çemê Hêzilê. Li vir cih digre ku, Ahmet Babat ê ji Firdevs Babat re gotibû, "Ez ê avê bînim" û piştre ji mala ku çûyî çeka birayê xwe Ramazan Babat ê ku cerdevan bû hilgirt û piştî ku vegeriya ji dûr ve Firdevs Babat qetilkir. Tê dîtin ku Ahmet Babat jî di îfadeya xwe de îdiayên êrîşa zayendî piştrast kiriye.

Rapora otopsiyê jî eşkenceyê piştrastkir

Di rapora otopsiyê ya cenazeyê Firdews Babat a li Çemê Hêzil hat ditîn de êşkenceya ku Firdews Babat rast hatiye cih girt, di laşê wê de gelek cihên gule jî hatin dîtin. Hat tespîtkirin ku nimûneyên por û xwînê yên ji Firdews Babat hatiye girtin, bi nimûneya DNA yê kiryar Ahmet Babat li hev dike.

Eşkere bû ku çek aîdê Ramazan Babat e

Bi rapora krîmînal ya di îdianameyê de cih digre, eşkere bû ku çeka ku pê gule hat reşandin yê birayê kiryar a cerdevan Ramazan Babat e. Dadgehê ku li hemû delîlan lêkolîn kir, xwest bersûc bê cezakirin, yekemîn danişîna doza hat vedikirin dê di 25'ê Çileya 2023'an de li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê dîtin.