Danişîna Eren Keskîn û 3 rojnameger hat taloqkirin

Danişîna dozên ku der barê Rojnameger Sadiye Eser, Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Sadik Topaloglu, Berpirsyara Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Midûrê Karên Nivîsê Reyhan Çapan de hatin dîtin û hat taloqkirin.

Stenbol - 6'emîn danişîna doza ku rojnameger Sadiye Eser û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Sadik Topaloglu bi îdiaya "endamê rêxistina terorê" tên darizandin li 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Sadık Topaloglu beşdarî danişînê nebû, Sadiye Eser û parêzerên mûdafî Ayşe Acinikli, Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç amade bûn. Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir de Sadiye Eser xwest qedexeya derketina derveyî welat li ser wê bê rakirin.
Dev ji guhdarîkirinê berdin
Parêzer Ozcan Kiliç jî wiha got: “Kesê ku weke şahid tê gazîkirin tim ji dadgehê direve. Bi domdarî navnîşan û hejmarên têlefonê diguherine. Ji ber vê sedemê em dixwazin dev ji guhdarkirina şahid were berdan”. 
Parêzer Ayşe Acinikli jî da zanîn ku wê barkod kontrol kirine û ji van teblîgatan 2 şahid bi xwe xwe gihandinê wê. Ayşe Acinikli wiha axivî, “Ji ber ku ji şahîdiyê direve muwekîlên me mexdûr dibe. Em daxwaz dikin ku ev yek li ber çavan bê girtin. Di îfadeya şahidê de xalên pir girîng nînin. Em dixwazin ew bê berçav girtin. Jixwe tiştên di heyama lêpirsînê de gotibû, me hemûyan pûç kir. Li ser biraziyê Sadik jî îfadeyên heman kesî hene. Di wê dosyeyê de pêbawerî li îfadeyên şahid nehatiye dayîn û dosya bi beraetê encam bûye. Em dixwazin ew tişt bên berçavan girtin.”
Daxwaz hatin red kirin
Dozgeriyê daxwaza redkirina daxwazan xwest. Dadgeha ku daxwaza qedexeya derketina dervayî welat red kir, biryar da ku ji bo şahid Ozgur Baran bi zorê were anîn, muzakere bê nivîsandin. Danişîn taloqî 11'ê Çileya 2022'an hat kirin.
Danişîna Eren Keskîn û Reyhan Çapan hat taloqkirin
Danişîna ewil a doza der barê Eren Keskîn ku berpirsyara Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hati bû girtin û Midûrê Karên Nivîsan Reyhan bi hinceta nûçeya Berkîn Elvan de hatibû vekirin, piştî biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat, li 2'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin. Danişîna ku Eren Keskîn û Reyhan Çapan tevlî nebûn de ji ber destur bûna dadger taloqî dîrokek pêş hat kirin.