Danişîna doza rojnamevan Hatîce Şahîn hat dîtin

Di doza rojnamevan Hatîce Şahîn jê tê darizandin de ji bo ku dozger mutalaya xwe amade bike dem hat dayîn.

Amed - Danişîna doza xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn a di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 18’ê Cotmeha 2018’an de hatibû binçavkirin û pişt re hatibû berdan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.

Di danişîna ku Hatîce Şahîn tev li nebûyî de parêzerê wê Resûl Tamûr amade bû.  Di doza ku darizandina wê hatiye asta biryar dayînê de dozger ji bo derbarê esasê de mutalaya xwe amade bike dem xwest. Parêzerê Şahîn Tamûr da zanîn ku wê piştî mutalayê derbarê esasê de parastinê bikin û di vê astê de tu beyanan nadin.

Dadgehê ji bo dozger mutalaya xwe ya derbarê esasê de amade bike dem dayê û danişîn taloqî 11’ê Gulanê kir.