DAIŞ’î dê bi sûcê 'bazirganiya mirovan' bên darizandin

Rêxistinên hiqûqî, li Enqereyê banga tevlibûna doza ku der barê çeteyên DAIŞ'ê de hatibû vekirin kirin ku ku zarokên keç ên Êzidî yên hatine revandin û li ser înternetê dan firotin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistinên hiqûqê yên li Enqereyê, di Kanûna 2021’an de der barê endamên DAIŞ'ê yên ku di 27’ê Sibatê de zarokê keç a 7 salî revandibûn û bi rêya internetê dan firotin de bi daxwaza bi sûcên “sûcê li dijî mirovahiyê” û “bazirganiya mirovan” lêpirsîn bê meşandin, serî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan.

Li ser serlêdana rêxistinên hiqûqî, der barê çeteyên DAIŞ'ê de ji ber sûcê "bazirganiya mirovan" doz hat vekirin û ji ber sûcê "sûcê li dijî mirovahiyê" jî biryara neşopandinê hat dayîn. Danişîna doza ku der barê endamên DAIŞ'ê de ji sûcê "bazirganiya mirovan" hatibû vekirin dê îro li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin.

Komîsyona Jinan a Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ku yek ji rêxistinên hiqûqê ya ku gilî kir, banga tevlîbûna danişînê kir. Di daxuyaniya li ser hesabê medya dîjîtal a OHD’yê hat dayîn de, wiha hat gotin:

“Salên borî piştî operasyona ku zarokek êzîdî ya 7 salî ji aliyê endamên rêxistina DAIŞê ve li ser înterneta kûr ji bo firotinê hat pêşkêşkirin, hat meşandin, li dijî kiryaran bi sûcê endamtiya rêxistinê doz hatibû vekirin. Her wiha ew kiryaran di heman demê de wek berdewamiya sûcên şer ên li dijî zarokên keç û jinên Êzidî tê pêkanîn, sûcên li dijî mirovahiyê û bazirganiya mirovan pêktin e. Di vê çarçoveyê de Şaxa OHD'ê ya Enqereyê, Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, Şaxa ÇHD'ê ya Enqereyê, Parêzerên Ji BO Demokrasî û Hiqûqê Civakî ji sûcên li dijî mirovahiyê û bazirganiya mirovan doz were meşandin, serlêdana hevpar hatibû kirin.

Banga tevlibûna danişînê

Di daxuyaniya ku hat diyarkirin piştî vê serlêdana giliyê, der barê kiryaran de li ser daxwazên wan ji sûcê "bazirganiya mirovan" doz hat vekirin, lê ji bo "sûcên li dijî mirovahiyê" biryara neşopandinê hat dayîn û wiha hate gotin: "Em difikirin dê piştî vê pêşveçûnê, tevlibûn û şopandina doza dê danişîna wê  bê meşandin girîng e. Danişîn dê saet 11.30'an li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya Sîhhiye bê dîtin. Em li bendê ne û girîngiyê didin ku parlamenterên me yên jin, meclîsa jinan û saziyên me tevlî danişîna ku dê OHD û saziyên hevkar ên Enqereyê tevlî dibin, bibin.