Dadgehê careke din mêrê kiryarê tundiyê parast

Ji aliyê dadgehê ve cezayê Tarik Kaplan ê ku li Amedê xwest hevjîna xwe ya di pêvajoya hevberdanê de Nûrcan Kaplan û dayika wê Nezîre Demîr qetil bike, hat daxistin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Nûrcan Kaplan û dayika wê Nazîre Demîr ku li taxa Şehîdlika Yenîşehîr a Amedê dijî, di roja 1’ê Hezîrana 2021’ê de ji aliyê mêrê bi navê Tarik Kaplan ê pê re di pêvajoya hevberdanê de rastî êrîşa çekdarî hat. Di dema ku ji bazarê vedigeriyan, di naverasta kolanê de rastî êrîşê hatin di encamê de Nûrcan kaplan û Nezîre Demîr bi giranî birîndar bûn. Kiryar Tarik Kaplan ê ji cihê bûyerê reviyabû, di Tîrmeha 2021’ê de hat girtin û şandin girtîgehê.

Doza ku ji aliyê 13’emîn dadgeha giran a Amedê ve hat dîtin, di danişîna 9’emîn de biryar hat dayîn. Dadgehê der barê kiryar Tarik Kaplan de; destpêkê ‘cezayê giran ê mihabetê’ ê girtigehê lê birî. Piştre dadeghê biryar da ku êrîşa li dijî Nûrcan Kaplan di qonaxa ‘teşebusê’ de ye, ceza daxist 15 salan. Ji bo Nezîre Demîr a ku bi giranî birîndar bû ji sûcê ‘bizanabûn birindarkirin’ 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li kiryar hat birîn.

Dadgehê piştî dû salan biryar da!

Êrîşa ku beriya dû salan hat jiyankirin, di kamereyan de jî teyîsî. Di dimenan de; Tarik Kaplan li pey Nûrcan Kaplan û Nezîra Demîr ketibû, destpêkê gule li Nûrcan Kaplan ku ji bo parastinê ketibû marketê barand, piştre gule li Nezîre Demîr jî barand. Dema cara yekem gule barand û çû careke din vegeriya hat gel Nezîre Demîr careke din gule lê barand. Piştî bûyerê Nûrcan Kaplan û Nezîre Demîr demek dirêj nevegeriyan tendirustiya xwe. Nezîre Demîr ku du gule li lingê wê ketibû hîna kulek bi rê ve diçe, ji ber derbeya guleyê du caran emeliyat bû. 

Parêzera dozê Zelal Erdemcî ya derbarê dozê de em pê re axivîn, diyar kir ku wê biryarê îtiraz bikin, Nûrcan Kaplana ku ji ber qetilkirinê filitî da zanîn ku ceza kêm e.    

‘Cezayê ku hat dayîn kêm e’

Zelal Erdemcî da zanîn ku Nûrcan Kaplan di 16 salên jiyana xwe ya zewacê de rastî tundiya sîstematîk hatiye û beriya ku bûyer biqewime kiryar ji girtîgehê derketiye. Zelal Erdemcî bi bîr xist ku Nûrcan Kaplan li ruxmê ku serlêdana parastinê kiriye, nahetiye parastin, cezayê ku hat dayîn jî ne têrker e û wiha domand:

“Ger em bi giştî biryara dadgehê bînin ber çavên xwe bi encama ku me dixwest dawî nebû. Bi meqseda kuştina du jinan çek rakiriye û ji ber vê jî herdû jin bi giranî birîndar bûn. Di pêvajoya darizandinê de nêzikatiyên giştî yên kiryar, gotin û di heman demê de ger em parastina wî ji bigrin ber çavan, em dibînin ku bûyera tundiyê ji rastiya civakê ne cuda ye. Bi awayek aşkere beyanên kiryar li ber çav hatin girtin û em li bendê bûn ku cezayek girantir bide kiryar. Ew cezayên ku hatin dayîn wesifkirina sûc û tarîfkirin, nirxandinên ku me dixwest nekirin û ceza dan kiryar. Di aliyê me de cezayê ku hat dayîn ne cazeyek em bipejîrinin û têrker bû. Ji ber vê yekê der barê biryara mijarê gotinê de em ê serî li riyên hiqûqî bidin.”

‘Tê xwestin jin bi awayek aşkera werin qetilkirin’

Zelal Erdemcî destnîşan kir ku biryara di aliyê Nezîra Demîr de hatiye dayîn ne hiqûqî ye û got: “Ger em temaşe bikin ku gotin û çalakiyên kiryar ên der barê Nezîre Demîr de, bi belgeyan jî diyar e ku bi awayekî aşkere xwestiye qetil bike. Lê belê li ruxmê vê jî ji aliyê dadgehê ve ne ji sûcê ‘teşebusa kuştinê’ ji birindarkirinê cezadana kiryar nehiqûqî ye. Ji ber di dîmenan de jî diyar e ku kiryar piştî cara yekem gule barand, cara duyem jî vegeriyaye careke din gule lê reşandiye. Li vê derê armanc ne birîndarkirin e hewldana qetilkirinê ye. Di vî alî de em ê îtiraza biryarê bikin û serî li dadgeha bilind bidin.”

 ‘Qey diviyabû ez werim kuştin’

Nûrcan Kaplan piştî bûyerê demek dirêj li nexweşxaneyê ma û hê di mala xwe de pêwîstiyên xwê yên jiyanî nikare pêk bîne, piştî ku hat malê ji aliyê malbata kiryar û mirovên wî ve bi mirinê gef lê hat xwarin. Nûrcan Kaplan ji ber şert û mercên tendirustiyê û gefên ku lê xwarine demek dirêj nikaribû ji malê derbikeve, der barê cezayê ku dadgehê daye de wiha got:

“Min bi salan tundî dît. Xwest min û dayika min qetil bike, dayika min ji ber bûyerê hê nikare baş bimeşe. Cezayê ku hatiye dayîn bi tu awayî ne ez ne jî dayika min teselî nekir. Dema ku ji girtîgehê derbikeve dê hewl bide min bikuje. Ji ber bûyerê hê jî di nava tirsê de me. Cezayê ku hatiye dayîn ne têrker e diviyabû cezayek zêdetir bigirta. Ji bo ceza were dayîn qey diviyabû ez werim kuştin?”