Dadgehê biryara emsal da: Kiryarê şîdetê cezayê zêde girt!

Cemîl E. yê ku bi salan şîdetê li hevjîna xwe kir û di Temûza sala 2022’yan de hewl da wê bikuje, 18 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Heyeta dadgehê îhtîbar bi îfadeyên wî nekir, cezayê wî danexist.

 MEDÎNE MAMEDOGLU 

Amed- Li Kurdistan û Tirkiyeyê bûyerên şîdeta li ser jinan û qetilkirina wan her diçe zêdetir dibin. Mirina jinan a bi guman jî bi heman rengî zêde dibe. Biryarên ku di dosyayên jinan de ji aliyê darazê ve tên dayên ji ber ku weke ‘xelat’ in, dibin sedem ku kiryar cesaretê bigrin û ev bûyer zêdetir bibin. Li Amedê di doza ku “bi qesd teşebusa kuştina hevjîn” hat dîtin de, heyeta dadgehê biryareke emsal da. Heyeta dadgehê di bûyera Cemîl E. yê ku hewl da G.E. ya ku pê re zewicandîbû bi kêrê bikuje de, bêyî ku ceza bi gotinên ‘tehrîka neheq’ an jî ‘rewşa baş’ kêm bike, 18 sal ceza li kiryar birî.

Bi salan şîdetê kir û gefa kuştinê lê xwar!

Bûyer di 27’ê Temûza 2022’yan de qewimî. G. E. ya ku mala wê li Rezana Amedê bû ji aliyê Cemîl E. ve bi salan îşkence dît û gefa kuştinê lê hat xwarin. Ji ber vê rewşê demek ji malê veqetiya çû mala xwişka xwe lê ji ber gefan, neçar ma vegere malê. Piştî wê jî îşkenceyê bênavber berdewam kir. Roja 27’ê Temûza 2022’yan Cemîl E. dema ku çû malê bi gotinên “Ez ê îro te bikujim” gef li xwar. G. E. ji ber gefa lê hat xwarin çû odeya zarokên xwe lê di saetên dereng ên şevê de rastî êrîşê hat. Bi êrîşê re ji ber ku G.E. kir qîrîn û zarokên wê hatin odeyê ji mirinê xilas bû. Cemîl E. jî ji cihê bûyerê reviya.

Rapora bijîjk gotinên kiryar derew derxist!

G. E. ya ku rakirin nexweşxaneyê bi rojan tedawî dît û xetera mirinê derbas kir. Di raporê de hat diyarkirin ku li ser bedena wê 12 derbên kêran ku jiyanê dixin xeterê hene. Cemîl E. piştî bûyerê mehek firar ma, di 23’yê Tebaxê de piştî ku hat binçavkirin hat girtin. Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê a Amedê ve hat destpêkirin veguherî dozê. Îdianameya ku hat amadekirin ji aliyê 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat pejirandin.

G.E. di tevahiya dema dozê de rastî gefan hat!

Kiryarê ku di dema darizandinê de hem ji dozgeriyê re hem jî li dadgehê parastina tehrîkê kir, diyar kir ku armanca wî kuştin û birîndarkirin nebûye lê parastina wî bi raporên bijîjk derew hatin derxistin. Şahidên ku destpêkê li dadgehê îfade dan jî dûre, dijberî îfadeya xwe ya destpêkê îfadeyên cuda dan. Di pêvajoya dadgehê de G.E. ji aliyê xizmên Cemîl E. ve her dem rastî gefa mirinê hat, ji ber wan gefan dest ji giliyê berda lê demek kin piştî wê G.E. got ku wê bi zora zarokên xwe dest ji giliya xwe berdaya û careke din gilî kir.

Dadgehê ji ber ku îhtîbar bi îfadeyên bersûc neanî ceza kêm nekir!

Di dema darizandinê de hem G.E. hem jî parêzera wê Elîf Bîrkîlî, rastî şîdeta fizîkî û devkî hatin. Doza ku salek domiya, meha borî bi encam bû. Heyeta dadgehê îhtîbar bi gotinên kiryar ên ‘tehrîka neheq’ û şahidên ku îfadeyên xwe guherandin nekir, bi biryareke emsal cezayê zêde da kiryar. Bi sûcdariya “bi qesd kuştina hevjîn” destpêkê cezayê muebeta giran li kiryar hat birîn, dûre bi hinceta ku bûyer di asta teşebusê de maye anî ser 18 salan.

‘Piştî danişînê xizmên kiryar avêtin ser mala xwişka G.E.’

Têkildarî mijarê di hevdîtina ku me bi parêzer Elîf Bîrkîlî re kir de wê diyar kir ku piştî ceza li kiryar hatiye birîn, xizm û zarokên kiryar avêtine ser mala xwişka G.E. wê derb kirine û gefa mirinê lê xwarine. Elîf Bîrkîlî got ku wan kesan bi îdiaya ku G.E. li wê malê avêtine ser malê û wisa kirine û wiha domand: “Di pêvajoya dadgehê de ez bi muwekîla xwe re rastî şîdeta fizîkî û devkî hatim. Ji ber wê bi hinceta ewlehiyê em beşdarî danişîna dawî nebûn. Piştî ku ceza dan kiryar, xizm û zarokên kiryar gotin qey muwekîla min li mala xwişka xwe ye avêtin ser malê. Gefa li xwişka wê xwarin û lêdan. Me ji ber vê yekê gilî kir. Jixwe di danişîna pêşiya vê de jî me der barê heman kesan de gilî kiribû.”

‘Biryara ku hatiye dayîn emsal e’

Elîf Bîrîklî da zanîn ku jixwe di warê hiqûqê de divê biryarek wiha bihata dayîn lê ji ber ku di dosyayên şîdeta li ser jinan de ceza nayên dayîn, cezayê 18 sal ê hatiye birîn emsal e û wiha bi dawî kir: “Dadgehê hema bibêje cezayê ku zêde ye da kiryar. Kiryar her dem ji bo hukmê ‘tehrîka neheq’ were pêkanîn hewl da. Dadgehê raporên bijîjkan û îfadeyên şahidan hincet nîşan da û ceza birî. Ev biryar di hêjahiya emsal de ye. Her wiha muwekîla min jî bi vê biryarê hinek be jî xwe baştir hîs bike.”