Dadgehê Biryara beraetê eşkere kir

Dadgehê der barê Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş de got ‘belge tune’ biryara beraetê eşkere kir. Dadgehê der barê komeleyê de got: “Hat fêmkirin ku ne komeleyeke ku di bin banê rêxistinekê de hatiye avakirin."

Navenda Nûçeyan- Ji ber îfadeyên kesê bi navê Ecevît Yildiz ku ji ber ku hevjîna wî ya dixwest dev jê berde tevlî xebatên Komeleya Jinan a Rosayê bûye û îfadeyên şahidekî veşartî, der barê endam û rêveberên komeleyê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di doza der barê endama lijneya rêvebir a komeleyê Elîf Tîrneç Îpek Ûlaş de, dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir.

‘Belgeyên şênber nîne’

Dadgehê sedema biryara xwe ya beraetê eşkere kir. Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê delîlên heyî nirxand û guh da şahidê veşartî "ZS35SN58UV52PG10" . Dadgehê diyar kir ku beyanên şahidê veşartî ne şênber in û got: "Ji bo xalên di beyanên şahidê veşartî de hatine destnîşankirin, tu delîlên şênber bi dest neketine."

Dadgehê di biryara xwe a der barê komeleyê de de got: "Di qeyda şopandinê de û di dokumanên hatine bidestxistin de hatiye fêmkirin ku komele ne di bin banê rêxistinê de hatiye avakirin û ne berdewamiya wê ye."

Piştî eşkerekirina sedema biryara beraetê Dozgeriya Komarê ya Amedê jî ji bo xerakirina biryara beraetê serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê da.