Dadgeh daxistina ‘rewşa baş’ da kiryar

Dadgehê ji Hasîp Akbulut ê ku Muhterem Akbulut bi îşkenceyê qetil kir, bi berçavgirtina "pêşeroja bersûc" û “rewş û refterên wî yên danişîne” daxistina "rewşa baş” pêkanî. Keça Muhterem, Sultan Coşkun bertek nîşanî biryarê da.

MEDÎNE MAMEDOGLU 

Amed - Hasîp Akbulut ê ku li Taxa Altiok a navçeya Bismila Amedê dijî, di 3’ê Mijdara 2019’an de Muteber Akbulut a ku pê re zewicîbû qetil kir. Doza ku der barê Hasîp Akbulut ê ku di heman dîrokê de hat girtin û şandin girtîgehê, bi îdiaya "Bi qestî hevjîna xwe kuştiye" hat destpêkirin, di rojên borî de bi encam bû. Dadgeh der barê Hasîp Akbulutê ku 32 sal tundiya bipergalî pêk anî û bi îşkenceyê qetil kir, bi hinceta "poşman e" û "bandorê li paşeroja wî nake" daxistina rewşa baş hat dayîn. Keça Muhterem Akbulut Sultan Coşkun bertek nîşanî vê rewşê da û wiha got: "32 sal tişta ku li dayika min nekir nema.”

Doz piştî çar salan bi encam bû!

Danişîna doza kiryar Hasîp Akbulut ê ku îdianameya wî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji ber sûcên "Bi qestî hevjîna xwe kuştiye", "Bi hesteke cinawirî yan jî îşkenceyê hevjîna xwe kuştiye” hat amadekirin, 4 sal berdewam kir. Dadgehê di dozên berê de jî parastinên biryaran a ji bo bêsûckirina xwr dikin, berçav girt. Heyeta dadgehê ku parastina sûcdar berçav girt, ji bo biryarê bide ji zarokan nimûneyên xwînê û testa DNA’yê xwest.

Ji dadgeha ku got ‘Tehrîka neheq tune ye’ daxistina ‘rewşa baş’

Der barê bersûcê ku parastina "Ez dîn im" kir de rapora ehliyeta sûc jî hat xwestin. Testa DNA’ya hat xwestin tevlî dosyayê nehat kirin, hat diyarkirin ku ehliyeta sûc temem e. Piştî raporan,  di 12'ê Gulanê de li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê danişîna biryarê hat dîtin. Di danişînla dozê de heyeta dadgehê bi îdiaya "Bi qestî hevjîna xwe kuştiye" cezayê muebeta giran da Hasîp Akbulut ê ku 32 sal li dijî Muhterem Akbulut tundî bikar aniye û bi amûra birinê wê qetil kir. Piştre heyeta dadgehê, bi hinceta "raboriya bersûc, têkiliyên wî yên civakî, tevgera wî ya poşman a piştî kiryar û di dema darizandinê de û bandorên gengaz ên cezayê hatî li ser pêşeroja wî” daxistina “rewşa baş” pêkanî û ji kiryar re cezayê muebetê da. Di biryara bi hincet a dadgehê de hate gotin ku divê sepana daxistina tehrîka neheq neyê dayîn, “daxistina rewşa baş" hat bikaranîn.

‘Îşkenceya ku dayika min jiyan nekir nema’

Keça Muhterem Akbulut Sultan Coşkun bertek nîşanî biryara daxistina rewşa baş da û diyar kir ku dayika wê 32 sal in rastî tundiyê hatiye û her tim rastî gefa kuştine hatiye. Sultan Coşkun, da zanîn ku Hasîp Akbulut nehiştiye dayika wê derkeve derve jî û wiha got: “Dayika min kesekî ku di halê xwe de ji bo mal û zarokên xwe têdikoşiya bû. Bavê min gelek caran îftira davêt dayika û tundî bikar danî. Her tim li ber çavên me li dayika me dixist. Hertim çavê dayika min rêş bû. Carek ji ber tundiye devê dayika min şikiya. Heta ku ez sax bim, ez tu carî ji bîr nakim ku wî zilam çi ji dayika min û li me kir. Bila Xwedê tiştên ku me jiyan kir, bi kesî din nede jiyîn.”

‘Dema ku kravat bikar tînin, yekser poşman dibin!’

Sultan Coşkun da zanîn divê kiryar zêdetir ceza bigre, bi gotina "Kravatan bikartînin û daxistin digirin” bertek nîşanî daxistina tevgera baş da. Sultan Coşkun wiha got, “Em qebûl nakin ku li hemberê tiştên kir daxistina cezayê  bigre. Em ê li dijî vê biryarê îtîraz bkin. Di salên dawî de cînayetên jinan zêde bûye. Sedema vê zêdebûnê jî ev bêcezatiyê, jinek li ber çavên zarokên wê qetil dikin, lê yê ku vê yekê bike dikare daxistin digre. Ew jî bi xwe bawer in. Dizanin ger herin dadgehê û kravatan bikarbînin, dê daxistin bistînin. Tiştekî bi qasî vê tirsnak nîne. Dayika min ji 24 cihên xwe hat kuştin. 24 caran canê dayika min êşiya, dema min ew li morgê dît min ew nas nekir. Qetilkirina mirovek û gotina “Daxistin bidin” min tê çi wateyê?"

'Heta ku em bêdeng bin dê jin bên qetilkirin'

Sultan Coşkun, da zanîn ku mêr jinan qetil dikin û wek “namûsê” serê bûyere digrin û wiha got: “Divê kujerên jinan cezaya herî zêde bigrin. Dibêjin 'me ji bo namûsê kuşt', bêguman derew e. Bi derew avêtine her tiştî dikin. Ji ber xerabiyên van mêran jin tên qetilkirin û zarokên wan bê dayîk li pişt wan dimînin. Tiştê ku dayikan min nekişand û zilma ku nedîtibe nema. Em bêjin êdî bes e, em bêdeng nemînin. Heta ku em bêdeng bin dê jinên din bên qetilkirin.”