Cezayê pere li Emîne Şenyaşar hat birîn

Der barê Emîne Şenyaşar de, di doza ku bi îdiaya heqaret li Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye dihate darizandin de cezayê pere lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan - Doza ku der barê Emîne Şenyaşar a ku di dîroka 14’ê Hezîrana 2018’an de hevjîn û du kurên wê li navçeya Pirsûsa Rihayê ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin de hat vekirin, berdewam kir.

3’emîn danişîna doza ku der barê Emîne Şenyaşar de bi hinceta "heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye" hat vekirin, li 3'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê hat dîtin. Emîne Şenyaşar tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Alî Arslan amade bû. Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir de dozger mutalaya xwe ya beriya niha dabû dubare kir û xwest Şenyaşar were cezakirin.

‘Ceza mafê darizandina adilane binpê bike’

Parêzer Alî Arslan ê li dijî mutalayê mafê axaftinê wergirt wiha got: “Darizandin bi esas girtina girteka ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin tê birêvebirin. Me di danişîna beriya niha de daxwaz kiribû ku bêyî rapora alîgir a ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin esas were girtin ji kesên pispor ên bêalî rapor were girtin. Lê ev daxwaza me nehate bi cih anîn. Ceza dayîna bi vî awayî dê mafê darizandina adilane ya muwekîla min bin pê bike.”

‘Divê wek gotinên biêş ên dayikek were qebûlkirin’

Alî Arslan, anî ziman ku sûcdariya derbarê muwekîlê xwe de qebûl nake û wiha got: “Divê gotinên ku tê îdakirin ku muwekîla min ji gazinker re gotine weke gotinên biêş ên dayikeke hevjîn û du zarokên wê hatine qetilkirin were qebûlkirin. Her wiha gotinên ku weke ‘heqaretê’ hatine qebûlkirin divê di çarçoveyê azadiya îfadeyê de werin nirxandin.”

Alî Arslan, xwest ku muwekîla wî were beraetkirin û heke beraet neke jî neyê cezakirin.

Cezayê pere hate dayîn

Dadgehê ku ji bo biryara xwe aşkere bike navber da danişînê pişt re hezar û 700 lîre cezayê pere li Emîne Şenyaşar birî û ceza da paş.

Derbarê Emîne Şenyaşarê de bi heman sûcdariyan ji 9’ê adara 2021’an ku ji bo zarokên xwe û hevjînê xwe dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir ve tam 31 lêpirsîn hatin destpêkirin, 10 ji van veguherîn dozan.