Cezayê ku dabûn polîsê kujerê Hêlîn Şen şandin îstinafê

Li Amedê dosyaya polîsê bi navê Abdullah Ercan ê ku Hêlîn Şen a 12 salî qetil kiribû bi “texsîra bi zanebûn 6 sal û 3 meh ceza hatibû dayîn şandin dadgeha îstinafê.

Navenda Nûçeyan- Li Sûra Amedê di dema qedexeyên derketina derve de 12’ê Cotmeha 2015’an Hêlîn Şen a 12 salî bi guleya ku ji wesayîda zirxî hatibû avêtin jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê polîsê bi navê Abdullah Ercan ê ku Hêlin qetil kiribû de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran doz hatibû vekirin û di 19’ê de bi encam bû. Dadgehê der barê polîsê bersûc de "bi texsîr qetilkirina mirov” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dabû. Piştî ku dadgehê biryara xwe eşkere kir, malbata Şen bi riya parêzerên xwe serî li Dadgeha Îstinafê dan.

‘Roja bûyerê tu pevçûn tunebû’

Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku Hêlîn bi dayika xwe re ji bo pêdiviyên malê bikirin derketiye derve, li gorî girtekên muduriyeta emniyetê ya bajar ew roj li cihê bûyerê û derdorê tu pevçûn tune bûye lê tevî vê jî li taxa Fatîhpa, kolana Yikikkyayê ji wesayîda zirxî ya 200 metre dûr gule bera Hêlîn Şen û kesên pê re dane.

‘Bi wesfa şahidiyê îfadeyên bersûc hatin girtin’

Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku ji destpêka lêpirsînê ve polîs ne weke bersûc, weke şahid hatiye dîtin û îfadeyên wî hatine girtin, polîsên din ên ku îfade dane jî tevî belgeyên fermî jî îfadeyên dijberî rastiyê dane. Her wiha hat diyarkirin ku daxwazên keşfê û guhdarkirina li şahidan nehatiye pejirandin.

Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku bi belge û agahiyên ku hatine pêşkêşkirin tesbît bûye ku polîsê bersûc Hêlîn Şen bi zanebûn kuştiye û wiha hat gotin: “Ji ber ku dadgehê bi sûcê “bi texsîr bûye sedema kuştinê” ceza daye ev yek dijberî hiqûqê ye û hat xwestin di lehiya wan de xirab bibe. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku der barê bersûc de “ji ber qetilkirina bi zanebûn ceza were dayîn” û dosya xirab bibe û ji dadgeha ku ceza daye re were şandin.