Cezayê hunermend Entesar Al-Hammadî hat erêkirin

Dadgeha Temyîzê ya girêdayî Hûsuyan, cezayê ku dane hunermend û modelîst Entesar Al-Hammadî û hevpîşeyên wê erê kir. Rêxistina çavdêriyê ya mafên mirovan diyar kir ku ev yek bêhiqûqî ye.

Navenda Nûçeyan – Hunermend û modelîsta Yemenî Entesar Al-Hammadî û hevpîşeyên wê Yasmine û Yusra Al-Mokadam, di 20’ê Sibata 2021’ê de dema ku çûbûn pêşangeha wêneyan a Sanayê ji aliyê milîsên Husî ve hatin binçavkirin û girtin. Beriya ku Entesar Al-Hammadî û hevalên wê bibin girtîgeha Sanayê çavên wan girtin û belge bi wan dan îmzakirin.

Ceza hat erêkirin

Entesar Al-Hammadî û hevpîşeya wê dusal in bi awayek bê hiqûqî li girtîgehê tên girtin û di Mijdara 2022’an de ji aliyê dadgeha Asliye ya Husiyan ve 5 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. cezayê 3 sal ê girtîgehê da ya din. Dadgeha Temyîzê di bin kontrola Hûsiyan a li bajarê Sanayê ya Yemenê cezayê ku daye Entesar Al-Hammadî erê kir. Entesar Al-Hammadî û hevpîşeyên wê ji ber îdieyên ‘bikaranîna madeyên hişbir, fuhuşê’ ceza dane.

Xwestin tiştên nekiriye îtiraf bike û kontrola bekaretê kirin

Entesar Al-Hammadî ya ku bavê xwe yê çavên wî nabînin û birayê xwe yê astengdar xwedî dike, bi tena serê xwe debara malbata xwe dike. Rêxistina Efûyê ya navneteweyî aşkera kir ku Entesar Al-Hammadî di dema binçavan de rastî îşkenceya giran a fizîkî hatiye û wiha got: “Zorê lê kirin û xwestin cezayên bikaranîna madeyên hişbir û fuhûşê îtiraf bike û kontrola  bekaretê kirin.” 

‘Dozeke derhiqûqî ye’

Di daxuyaniya Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev doz bêqanûnî ye û mafên mirovan binpê dike. Çavên Entesar Al-Hammadî di dema lêpirsînê de hatin girêdan û belgeyek pê dan îmzekirin. Heta jê re gotin ku ger bi wan re hevkariyê bike dê wê berdin. Di girtîgehê de rastî tacîza devkî ya gardiyanan hatiye.”