Burcu Çelîk: Berdana Aysel Tugluk ji navendê tê astengkirin

Parlamentera berê ya HDP'ê Parêzer Burcu Çelîk bi gotina “ne wijdanî û ne hiqûqî ye” neberdana Aysel Tudluk a nexweşiya wê ya demansê heye nirxand û bal lê kişand ku berdana wê ji navendê tê astengkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mûş – Li gorî daneyên ÎHD'ê yên sala 2022'an li girtîgehên Tirkiyeyê 651 jê giran, hezar û 517 girtiyên nexweş nexweş hene. Ev hejmar roj bi roj zêde dibe, girtiyên nexweş ên li girtîgehê gelek caran ji ber helwestên keyfî ji mafê jiyan û tenduristiyê bêpar dimînin. Polîtîkaya li ser siyasetmedara jin a Kurd Aysel Tugluk a ku tevî nezweşiya wî ya demansa heye jî nehat berdan, pêkanînên li ser girtîgehan bi awayekî herî zelal radixe ber çavan. Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê û hevala Aysel Tugluk Parêzer Burcu Çelîk, diyar kir ku tevî nexweşiya wê ya giran jî dernexistina Aysel Tugluk ne hiqûqî û ne jî wijdanî ye û diyar kir ku berdana Aysel Tugluk ji navendê hatiye astengkirin.

Girtiyên nexweş pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye

Burcu Çelîk, anî ziman ku binpêkirina mafan û berdana girtiyên nexweş yek ji pirsgirêkên sereke yên li Tirkiyeyê ye û diyar kir ku ji bo vê pirsgirêkê ti carî çareseriyeke tam nehatiye pêşxistin. Burcu Çelîk, da zanîn wan dît ku kesên desthilatdar li hemberî van bûyeran bêdeng in û got: “Divê rewşa heyî ji siyaseta heyî cudatir bê dest girtin.”

“Berdana wê bi qanûnê tê astengkirin”

Burcu Çelîk, diyar kir ku divê her kesê xwedî wijdan girtiyên nexweş bîne rojevê û ji vê re çareyekê bibîne, der barê Aysel Tugluk a nexweşiya wê demansê heye de ev tişt anî ziman: “Aysel hevrêya me ye, jina ku di nav de di peywirên girîng de siyaset kiriye. Tirkiye û hevserokê me ya yekemîn e. Di vê wateyê de, ew jinek e ku yekemîn serkeftinan bidestxistiye ye. Em vê pîvana binçavkirina wê ya neheq û neqanûnî ye li aliyekî bihêlin, Aysel Tugluk ev du sal in li dijî nexweşiyeke girîng re têdikoşe. Bi rastî jî em nizanin ku ew rewşa wê ya li hemberî nexweşiya wê bi awayekê hiqûqî tê daxwazkirin û dîsa bi destê hiqûqê ev yek tê astengkirin dê çawa bê nirxandin.”

“Wefata dayîka Hatun û tiştên ku di merasîma cenaze de qewimî bû sedema nexweşiyê”

Burcu Çelîk, diyar kir ku nexweşiya giran bandor li jiyana civakî û xebata Aysel Tugluk a li girtîgehê kiriye û diyar kir ku ji ber mirina dayika Hatûn û bûyera dermirovî ya di merasîma cenaze de nexweşiya wê derketiye holê. Burcu Çelîk got: “Eger mirov li Ayselê binêre, di destpêkê de nexweşî ji bo wê ne xalek pir girîng bû. Bi taybetî piştî wefata dayika Hatun û tiştên ku di merasîma cenazeyê wê de qewimîn ev pêvajo hêdî hêdî pêş ket. Ji ber vê yekê rewşek ku mirov di serî de mirinê qebûl nedikir û tiştên piştî mirinê diqewimin rewa qebûl nedikir. Di merasîma cenazeyê dayikê de me wêneyê xirabî û dijminatiya herî mezin a van salên dawî ya li Tirkiyeyê dît."

"Aysel di pêvajoya şînê de jiya"

Burcu Çelîk axaftina xwe wiha domand: “Di vê wateyê de Aysel gelekî bi bandor bû. Bi rastî jî ev yek qebûl nekir, zêde îfade nekir. Ayselê piştî wê bûyerê bêdeng bû û hemû refleksên ku diviyabû piştî wê bûyerê wek mirov bikira danî aliyekê, belkî êş û şîniya xwe jiya. Her çend em di wê pêvajoyê de weke hevalên wê li gel wê bûn jî Ayselê herî zêde ev yek di cîhana xwe ya hundirîn de jiya. Em jî niha encamên wê dijîn."

“Hemû serlêdan hatin redkirin”

Burcu Çelîk, anî ziman ku serlêdana yekem a ji bo Aysel Tugluk li girtîgehê hatiye kirin û tevî serlêdanê jî bi awayekî merkezî derketina wê ya ji derve hatiye astengkirin. Burcu Çelîk anî ziman ku hemû serlêdanên piştî serlêdana yekem neyînî ne. Burcu Çelîk, diyar kir ku rûxmê şert û mercên berdan an jî kontrolê heye jî ji aliyê hiqûqê ve pêk neanîna vê divê rast bê nirxandin û destnîşan kir pêvajoya ku tê meşandin di vê wateyê de ne însanî û ne jî hiqûqî ye.

“Pêvajo ne hiqûqî û însanî ye”

Burcu Çelîk di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Çawa ku Tiba Edlî li gelek girtîgehan raporên 'nikare bimîne' veguherand 'dikare li girtîgehê bimîne', rapora Aysel jî di vê wateyê de neyînî bû. Pişt re hevalên me hem pêvajoya îtirazê û hem jî pêvajoya raporê ji nû ve da destpêkirin. Tiba Edlî raporeke bêhiqûqî dide. Em nikarin girtiyên nexweş ên mîna Aysel û Aysel ên di girtîgehê de mane û nayên berdan, ji aliyê hiqûqî, mirovahî û wijdanî ve li tu derê bi cih bikin. Di vê wateyê de pêvajo ne hiqûqî ye, neheqî ye û ne însanî ye. Eşkere ye ku di şexsê Aysel Tugluk de hem li dijî jin, hem ciwan, hem jî li dijî siyasetmedarên Kurd û hem jî li dijî hemû kesên di vê demê de têdikoşin bersivek e."