‘Bila rêxistinên mafên mirovan dest ji bêdengiya xwe berde’

Endama rêxistina mafên mirovan ya Efrîn-Şehbayê Heyhan Elî diyar kir ku kantona Efrînê rastî guhertineke demografîk mezin tê û got:”Bila rêxistinên mafên mirovan dest ji bêdengiya xwe berde.”

RAPARÎN BEKIR

Şehba- Dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê binpêkirinên xwe li Kantona Efrînê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji 20’ê Çileya 2018’an ve heya aniha berdewam dike. Ji qetilkirin, revandin, girtin û destdirêjiyê bigre heta guhertina demografiya herêmê êrîşên hovane pêk tîne.

Rêxistina Mafên Mirovan Efîn-Sûriyeyê bîlançoya sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê kirine ji destpêka salê ve heta meha Tîrmeha borî eşkere kir û destnîşan kir ku 208 kes di nav de 24 jin in hatine revandin. 13 kesên ku 3 ji wan jin bûn hatine qetilkirin, li gel şewitandina 70 hektar zeviyên çandiniyê zêdetirî 17 hezar dar hatine birîn û zêdetirî 5 şûnwarên arkolojîk hatine kolandin û rûxandin, nêzî 8 navendên niştecihbûnê hatine avakirin.

Li Efrînê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê

Endama Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn- Sûriyeyê Heyhan Elî der barê siyaseta ku dewleta Tirk li Efrînê dimeşîne de nirxandin kir û got: “Ji dema ku dewleta Tirk û çeteyan bajarê Efrînê dagir kirine ve heta niha tevlihevî û bêaramî di nava bajêr de heye. Li ser mafên gel û xwezayê hemû binpêkirinan pêk tînin ku zagonên navdewletî derbas kirine û gihîştiye asta sûcên şer û qirkirinê. Li gel bûyerên revandinê zêde gel rastî îşkenceyên çeteyên dagirkeriya Tirk jî tê û gelek ji wan tên qetilkirin. Tu cudahiyê naxin navbera zarok, jin an kesên temenê wan mezin. Herî zêde jin rastî binpêkirinan tên ji ber ku berê ew bêhtir rêxistinkirî bûn lewra bi riya binpêkirinên li dijî jinan hewl didin vîna wan bişkînin û rola wan a di civakê de tune bikin.”

‘Demografiya Efrînê tê guhertin’

Heyhan Elî di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku sûcên qetilkirina jinan di nava bajar de dema dawî zêde bûne û wiha gotînên xwe berdevam kir: “Di siya tevliheviya giştî de li Efrîna dagirkirî, bûyerên qetilkirina sivîlan û bi taybetî jinan bi armancên cuda belav bûne ku pişt re dibêjin ev qetilkirin ji ber sedemên kesayetî, malbatî û sûcên şerefê pêk hatine. Gelek bûyerên qetilkirina jinan hatine belgekirin. Piştî qetilkirinê cenazeyên wan avêtine cihên giştî yan jî nava zeviyên çandiniyê. Dagirkeriya Tirk siyaseta guhertina demografîk pêk tîne, hewl dide demografiya herêmê bi siyaseteke plankirî pêk bîne û mal û milkên sivîlan desteser dike, çeteyên xwe û penaberên ji hemû herêmên Sûriyeyê hatine di malên xelkê Efrînê yê resen de bi cih dike. Her wiha navendên niştecihbûnê yên nû ava dikin û navê gundan û qadan diguherînin alên Tirkiyeyê bi ser dibistanan û navendên giştî ve dadileqînin.  Di dema dawî de, dagirkeriya Tirk siyaseteke din li bajêr pêk tine, bi riya saziyên navxweyî bi hinceta ku Efrîn bi ewle bûye bang li penaberên derveyî Efrînê dikin ku vegerin malên xwe. Lê bi belgekirina binpêkirinan xuya bû ku kesên vedigerin Efrînê tên girtin û ji bo mal û milkên wan bidin wan pereyên zêde ji wan digrin.”

'Zextên derûnî jî zêde dibin'

Heyhan Elî di dawî de wiha got: “Ji dema ku dagirkeriya Tirk ketiye Efrînê ve heta niha cihên olî û şûnwaran dikole, xêr û bêrên herêmê didize û difroşe.  Çeteyên dewleta Tirk zextên darayî li gel dikin. Her wiha zextên derûnî jî zêde dibin û bûyerên xwekuştinê her diçe zêdetir dibin. Weke zewaca di temenê biçûk de, zewaca bi darê zorê ku li bajêr belav bûye zextan li zarokên keç dikin û bi zorê bi çeteyan re didin zewicandin. Bila Rêxistinên mirovî û mafên mirovan ji bêdengiya xwe derkevin û bi erka xwe rabin gavên pratîk biavêjin û êdî dawî li binpêkirinên li Efrînê û hemû herêman bînin û vegereke ewle ji xelkê Efrînê re misoger bikin.”