Bi Zagona Malbatê mafên jin û zarokan tên parastin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji destkeftiyên jinan ên bi saya têkoşînê jî “Zagona Malbatê” ye. Bi wê zagona ku mafên jin û zarokan ketin bin temînatê, hevjiyana azad û ramana jiyana hevpar di nava civakê de bi cih bû.

DÎREN ENGÎZEK

Reqa- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi felsefeya “Jin jiyan azadî” rêxistinbûna xwe didomînin û jiyana xwe li gorî vê yekê bi teşe dikin. Jinên ku bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî gelek tişt bi dest xistine, bi “Zagona Malbatê” ya ku di sala 2014’an de amade kirin re di warê zagonî de jî bûn xwedî temînat. Bi şoreşa Rojava re, Zagona Jinan a ku di rojeva civakê de bû, piştî îlankirina Rêveberiya Xweser, bi xebatên di wî warî de hat amadekirin û ket meriyetê.

Di Zagona Malbatê de mafên medenî hatin sererastkirin

Navê Zagona Jinan piştî sala 2020’an hat guherandin û bû “Zagona Malbatê.” Di Zagona Malbatê ya ku ji 6 beşan pêk tê de, mafên medenî yên; zewac, welayet û hevberdanê hatin sereratkirin, pirsgirêkên weke pirzewacî, di temenê zarokatî de zewicandina bi darê zorê jî sûc hatin dîtin.

 Mafên zarokan jî bi vê zagonê hatin sererastkirin.

Li herêmên ku ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin di pêkanîna vê zagonê de zehmetî hene

Zagona Malbatê, bi taybetî li herêmên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê yên ku cihê qetliam û zextên DAIŞ’ê bûn û hatibûn rizgarkirin xwedî girîngiyek mezin e. Li van herêmên ku jinên Ereb, Tirkmen, Çerkez û Kurd zêdetir rastî zexta malbat û êşîran tên, ji ber ku hem jin hem jî mêr vê zagonê napejirînin, di pêkanîna zagonê de zehmetî derdikevin.

‘Ramana hevjiyana azad û jiyana hevpar li nava civakê belav bû’

Seroka Konseya Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Adalet Omer, der barê zagonê de agahî dan. Adalet Omer bi bîr xist ku bingeha zagonê di sala 2014’an de hatiye amadekirin û got: “Piştî îlankirina Rêveberiya Xweser weke jin me pêdivî dît em mafên xwe yên zagonî bi dest bixin.” Adalet Omer bi bîr xist ku jinan ji Şoreşa Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re pêşengî kirine û wiha domand: “Di vê şoreşê de serkeftina herî mezin ew bû ku ramana hevjiyana azad û jiyana hevpar li nava civakê belav bû. Em li ser jiyana jin û mêr a bi hev re, çawa dikarin bi hevparî bidomînin nîqaşan dikin. Pergalek nexweş hebû, xwezayî nebû. Ji aliyê siyasî, civakî û çandî ve jinan xwe bi rêxistin kirin û bi ser ketin. Bûn xwedî bîrdozî û felsefe. Ji aliyê zagonî ve jî jinan gav avêtin. Cudahiya vê şoreşê ya ji şoreşên cîhanê ev e. Rengê jinan hat nasîn, ji bo hemû cîhanê jî bû hêvî.”

‘Rêxistinbûna jinan a xweser bû sedem ku vê zagonê derkeve’

Adalet Omer bal kişand ku di dîrokê de jin di şoreşan de roleke mezin lîstine lê nebûne xwedî armanca ku di oxira wê de şer kirine û wiha axivî: “Jinan xwe bi awayê xweser bi rêxistin nekirin loma encam jî wisa bû. Cudahiya şoreşa me ew e ku jinan li vê derê xwe bi awayê xweser bi rêxistin kirin û vê yekê bi xwe re vê zagonê anî. Jinên li Rojhilata Navîn dijîn xwedî tu mafî nîn in. Mafên wan di çarçoveya rêgezên olî û kevneşopiyên civakê de tên destgirtin. Kevneşopiyên civakî li ser nêzikbûna li jinan bandorê çêdike.”

‘Ji bo mafên jin û zarokan vê zagonê hat derxistin’

Adalet Omer diyar kir ku ji bo di civakê de wekheviyê di navbera jin û mêr de çêbikin pir xebitîne û nîqaşan kirine û da zanîn ku mafên jinan cara yekem di sala 2014’an de di bin navê “Zagona Jinan” de sererast kirine. Adalet Omer bal kişand ku ji bo avakirina malbatek demokratîk divê destpêkê rêgezên hevjiyana azad pêk werin û wiha domand: “Rewşa ku malbatên li Rojhilata Navîn dijîn demokratîk nîne, her tişt di lehiya mêr de ye. Îradeya jin û zarokan nayê dîtin, ji zarokatiyê ve di perwerdeyên ku tên dayîn de wekheviya jin û mêr tune ye. Ji bo ku feraseta civakî were şikandin û mafên jin û zarokan çêbibin ev zagon hat derxistin.”

Adalet Omer, têkildarî xebatên ku di bin navê “Zagona Jinan” de ji bo mafên zagonî kirine ev agahî dan:

“Li kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê bingeha vê hat avakirin. Perwerde hatin dayîn û civîn çêbûn. Piştî ku herêmên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, ev zagon ket rojevê. Piştî sala

2018’an, ji bo ev zagon li her herêmê were pêkanîn me dest bi xebatan kir. Me çarçoveya vê zagonê û cihên ku lê tên pêkanîn hêdî hêdî berfireh kir.”

‘Navê Zagona Jinan weke Zagona Malbatê hat guherandin’

Adalet Omer da zanîn ku navê “Zagona Jinan” di sala 2020’an de bi navê “Zagona Malbatê” hatiye guhertin û got: “Ev zagon li ser rêgezên jinan hat çêkirin. Mafên zarokan jî hene ji ber ku ew jî rastî gelek zextan tên. Ji ber belavbûna malbatan, pirsgirêkên malbatî û zextên civakî hene. Em bi vê yekê hewl didin malbateke rêxistinkirî û baş ava bikin. Civaka azad û bi rêxistinkirî, ji malbatan çêdibe.”

‘Ji bo xwedîderketina li zagonê me çalakiyan li dar xist’

Adalet Omer da zanîn ku ji bo Zagona Malbatê di nava civakê de were pejirandin û parastin, çalakiyan li dar xistine û got: “Em çalakiyên domdar li dar dixin, bi taybetî li herêmên ku hatine rizgarkirin. Li Reqa Tebqa, Minbic û Dêrazorê em bingeha vê çêdikin. Em hewl didin paşverûtiyên di nava civakê de bişkînin ji bo wê jî me semîner û civînan li dar xist. Me li gelek kesên di nava civakê de guhdarî kir, li jin û mêran guhdar kir û ji wan re vegot.”

Adalet Omer, têkildarî bendên Zagona Malbatê ya ku ji 6 beşan pêk tê ev agahî dan:

“Di mijarên zewac, mafên zarokan, mercên hevberdanê, sûcên cînayeta di nava malbatê de, zewaca di temenê biçûk de û mijara pirzewaciyê, rewşên weke hevxapandinê de cezayê pere hat bicikirin. Benda 29’an têkildarî pirzewaciyê ye. Ji ber vê di pêkanîna vê bendê de em zehmetiyan dikşînin. Mînak; dibêjin ‘pirzewacî li gorî ola me qedexe nîn e.’ Ji ber wê em bi gelek beşên civakê re hevdîtinan dikin, gelek caran em hewl didin vê bendê bi mirovên oldar bidin pejirandin.”

‘Bi zagonê re pirzewacî û zewaca di temenê biçûk de kêm bû’

Adalet Omer bal kişand ku bi zagonê re pirzewacî û zewicandina zarokan kêm bûye û wiha got: “Em weka dewletê bi gotinên ‘zagon e dê were pêkanîn’ nêz nabin lê divê zagon were famkirin. Ji aliyê civakê ve pêdivî bi zanînê heye. Ji bo pejirandina zagonê plansaziya me ya salek hebû. Em bi saziyan re civînan çêdikin, panelan  li dar dixin. Têkildarî girankirina ceza di hinek bendan de pêşniyar ji me re hatin.” Adalet Omer got: “Di encamê de ji bo ku ev zagon bikeve xizmeta jinan û malbatan divê hinek din li ser were xebitandin. Modela malbata ku em dixwazin ava bikin ew e ku her mirov tê de xwedî îrade be. Mînak dema ku jin dixebitin jî zehmetiyan dikşînin, em dixwazin ji aliyê zagonî ve vê yekê bi dawî bikin.”

‘Hevjiyana azad bi jinên azad ava dibe’

Adalet Omer diyar kir ku di demeke kurt de jinan gavên mezin avêtine û wiha berdewam kir:

“Jinan mafên xwe girtin. Ev yek di cîhanê de bû mînak. Pergala hevserokatiyê heye, di meclisan de nûnertiya wekhev heye. Ev yek hemû bi ked û bedel hatin bidestxistin. Hevalên me yên jin şehîd bûn. Em ê vê mîrasê çawa biparêzin? Heta ku rastiya hemû jinan derkeve holê, heta rastiya wan a dîrokî zelal bibe em ê nesekinin. Jiyana azad û watedar tenê bi jinên azad pêkan e, ji ber vê berxwedan û têkoşîna me dê bidome.”

Feyrûz Xelîl: Bi nîqaşên di nava civakê de xwedîderketina li Zagona Malbatê zêdetir bû

Endama Meclisa Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Feyrûz Xelîl, diyar kir ku zagon ji aliyê jinan ve zêdetir hatiye pejirandin, piştî sala 2019’an bi taybetî li herêmên ku gelê Ereb dijî ketiye meriyetê û wiha domand:

“Piştî ku navê Zagona Jinan di sala 2020’an de bû Zagona Malbatê jin û mêran ji bo zagonê xwe berpirsyar dîtin. Bi taybetî me li herêmên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê, di sala 2022’yan de bi malbat û eşîretan re dest bi pêngavê kir. Eşîran jinan pir biçûk didîtin. Mafê jinan ê mîrasê tunebû, di welidandina zarokan de jî jinan nikaribûn tiştek bigotana. Di van du salên dawî de me di nava civakê de, bi eşîran re li ser vê ramanê nîqaşan kir. Me dît ku bi vê yekê civakê ji zagonê fam kir û zêdetir xwedî lê derket.”

Feyrûz Xelîl, diyar kir ku beriya Zagona Malbatê derkeve li herêmê gelek zarok bi zorê dihatin zewicandin û wiha bi dawî kir: “Çeteyên DAIŞ’ê dema li van herêman bûn, zarokên keç dihatin zewicandin. Van jinan pirsgirêk mezin dijiyan. Ji bo çareseriya vê yekê ev zagon bû gaveke girîng. Li herêmên Cizîr, Kobanê û Efrînê vê zagonê dihat pêkanîn. Hinek mêran digotin ‘pirzewacî qedexe nîn e’ cara duyem û sêyem dizewicîn û ev yek asayî dihat dîtin. Em bûn şahidên bûyerên bi vî rengî.” Feyrûz Xelîl, got ku di Dîwana Edaletê de bi zagonê mafên jinan hatine parastin.