Bi pêvajoyên şer re nivîsandina prensîbên jin û sepandina wê

Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Ariya Mele Ehmed got ku cara yekem e li Rojhilata Navîn û giştî cîhanê jin bi xwe prensîb û zagonên ku di warê hiqûqî û zagonî de mafên wan diparêze, dinivisînin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Ji bo ku di warê hiqûqî, zagonî û dadwerî de jin bikaribin mafê xwe biparêze, pêwîstiya wê bi zagonan heye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi destpêkirina şoreşa 19'ê Tîrmehê re jinan di nava şerê qirkirinê ku pê re rû bi rû bûn, zagon û prensîbên ku maf û hebûna xwe diparêzin, nivîsandin.

Têkildarî prensîbên jin û zagona malbatê ya ku di sala 2014-2022'an de hatin nivîsandin, Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ariya Mele Ehmed nirxandin kir.

Bi pêvajoyên şer re nivîsandina prensîbên jin

Ariya Mele Ehmed got ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşeke wiha bû ku veguherî şoreşeke civakî û wiha domand: "Bêguman ev şoreş bû sedema nivîsandina prensîbên nû û guhertineke radîkal di gelek têgeh û dozên civakî de. Ji dozên bingehîn ku eleqedarî hemû çînên civakê dike û hatin guhertin doza jinan bû. Bi riya şoreşê û di navbera salên 2012-2014'an de bi îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk re, gelek guhertinên radîkal çêbûn. Di sala 2014'an de rêxistin û tevgerên jinan prensîbên jinan û hikumên taybet ên ku nivîsandibûn, ji Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê re pêşkêş kirin û li ser hatin erêkirin."

'Zagona malbatê ji nava prensîbên jinan derketiye'

Ariya Mele Ehmed da zanîn ku prensîbên jinan zemînek ji nivîsandina zagona malbatê re ava kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Ji sala 2014’an heta 2022'an prensîban guhertinên cidî û kûr di rewşa jinan de li herêmê dan çêkirin. Piştî pêşketin û derbasbûna ewqas sal, rêxistin û tevgerên jinan çêkirina zagona malbatê pêwîstiyek dîtin, ji ber ku dîtin êdî prensîbên jinan ne têrker in. Lewma ji bo derxistina zagonên malbatê nêrînên yekbûyî yên rêxistinên jinan çêbûn ku zagonekî wiha ne tenê mafên jin, mafên zarokan û wekheviyê di hemû dozên civakê de misoger bikin amade bikin."

Prensîb zelal bûn lê hîmên wê yên qanûnî nediyar bûn!

Ariya Mele Ehmed bal kişand ku prensîbên jinan di warê hiqûqî û zagonî de çiqasî jinan diparastin û wiha gotinê xwe domand: "Prensîbên jinan û hikmên wê yên taybet di dadgehan de hatin sepandin lê ne bi qasî xurtbûna zagonê bû, tenê prensîb û hikmên bingehîn bûn. Di sepandina wê di dadgeh û dîwanên edaletê de zehmetiyên wê hebûn. Prensîb zelal bûn lê hîmên qanûnî yên ku dîwana edaletê û dadger xwe bispêrin wê ne diyar bûn. Mînak yek ji mijarên prensîban neqebûlkirina pirzewacî bû lê belê kesê ku vî sûcî bike cezayê wî çi bû ne diyar bû. Ji bo tundiya ku jin pê re rû bi rû diman jî heman tişt derbasdar e. Nezelaliya cezayên kesên sûcan dikin, bû sedema amadekirina Zagona Malbatê û berfirehkirina van prensîban li ser bingehek qanûnîtir."

'Guhertin ne li gorî bendewariya mêr û civakê bû'

Ariya Mele Ehmed guhertinên ku di zagona malbatê de dan çêkirin wiha bi lêv kir: "Bendên jinan wekî xwe man, tiştek jê nehat guhertin. Lê ji civakê bigre heya hawirdorê her kes li bendê bû ku zagona malbatê were amadekirin û guhertinên gor dilê wan têde çêbibin. Mînak nîqaş li ser daxistina temenê zewaca biçûkanî û pir jinî hebû ku di zagonê de îstîsna çêbibin. Lê belê di van bendan de tiştek neguherî û bendên zagonê wekî xwe ma, lê hin tişt berfireh bûn."

'Ji sepandina zagona malbatê re zemîn û bingeheke saxlem lazim e'

Ariya Mele Ehmed  got ku Zagona Malbatê tenê li Herêma Cizîrê hatiye spandin û sedema nesepandina wê li giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha anî ziman: "Meclisa Zagonsaz a her kanton û herêmekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwedî însiyatîfe ku li gorî şert û mercên çandî û civakî zagonên taybet amadebikin. Niha rêxistin û desteyên jin li ser avakirina bingehek saxlem û zemînekî guncaw ku bikaribin Zagona Malbatê li her 7 kantonan bidin rûniştandin. Yek ji zehmetiyên sepandina zagona malbatê li herêma Cizîrê ji aliyê aliyên pêwindîdar û civakê ve ew e ku li giştî herêman nehatiye sepandin. Yek ji mijarên herî em pêre rû bi rû tên jî sûcên pir jinî ye. Lê hemû rêxistin û tevgerên jinan hewla avakirina bingeh û zemînekî xurt dikin ku parastina destkeftiyên jinan, ku zagon û prensîbên jin jêre dibin bingeh, dikin."

'Veguherî modeleke cîhanî'

Ariya Mele Ehmed da payin ku şoreşa ku ji vir teqiya, guhertineke mezin û radîkal di têgehên civakî de çêkir ku bala giştî Rojhilata Navîn û cîhanê kişand ser xwe û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qada leşkerî, siyasî û rêveberî û ligel prensîbên jinan ên ku hatin nivîsandin jî bûye modeleke cîhanî.  Ger em herêma xwe bi herêmên din ên Rojhilata Navîn cîhan û welatên cîran re qiyas bikin, em ê bibînin ku heta niha li wan welatan guhertin di têgehan de ku me di zagona malbatê nivîsandiye, çênebûye. Her wiha heta niha li wan welatan li dijî tundiya li ser jinan û sûcên di bin navê namûsê de çêdibin, ji bo pêşîlêgirtina wê tu gav nehatine avêtin."

'Parastin sepandin e'

Ariya Mele Ehmed bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Prensîb di sala 2014'an de hatin erêkirin lê ji bo sepandina wê bi awayekî saxlem û durust têkoşînek mezin lazim e. Ji erkên hemû jinan e parastina prensîbên jinan bikin û xwedî li zagona malbatê derkevin da ku li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were sepandin."