Bêyî nêrîna Mala Jin û komunên jinan biryara dozên jinan nayê wergirtin

Bi biryara Mala Jin û guhdarkirina komuna jinan a taxan dozên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên çareserkirin. Rêvebera Mala Jin û parêzer tekezî li ser jinan kirin ku dozên xwe yên di dîwanên dadweriya civakî de bişopînin, nekevin bin zexta mêr.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Îsal 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi çalakiyên cur be cur tê pêşwazîkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji saziyên ku ji bo jinan bûye hêlîna maf, stargeh Mala Jin e. Têkildarê mijarê Rêvebera Mala Jin a Kantona Cizîrê Behiya Mûrad û parêzer Ceylan Hemê ji ajansa me re axivîn.

Li gorî sîstema nû doz tê komunê paşê diçe Mala Jin

Behiya Mûrad got ku Şoreşa Jinan li Rojava bûye sedem ku jin ji bo pirsgirêk û dozên xwe bidin Mala Jin. Piştî sepandina Hevpeymana Civakî êdî sîstem guherî. Ji ber ew hucre û şaneya herî biçûk di civakê de ye êdî dozên jinan destpêkê ji Komuna Jin a taxê re tên şandin û paşê ji Mala Jin re.

Çima destpêkê komun?

Behiya Mûrad dibêje ku komun ji rewşa şêniyên taxa xwe bêtir agahdar in lê ger doz neyê çareserkirin, Mala Jin bi mîsyona çareserkirina wê li gorî rêziknameya hundirîn a Mala Jin radibe. Her wiha Mala Jin, jin û mêr guhdar dike, wan tîne beramberî hev û bi rê û rêbazên din jî hewldana çareseriyê didin. Bi taybetî dozên lihevhatinê, bi lihevhatinek civakî hewl didin dozan bê çareserî nehêlin.

Mala Jin ne tenê cihê çareserkirina pirsgirêk û dozan e, ew navenda sereke ya perwerdekirina malbatê ye. Bi yaybetî hevjînên ku dozên xwe tînin Mala Jin tên perwerdekirin.

Mala Jin li ser bingeha avakirina malbatek demokratîk û jiyana hevbeş di nava salên şoreşê de gelek têkoşîn meşandiye û dide meşandin. Behiya tekez dike ku ew ji bo zarokên di navberê de bimînin, riyên çareseriyê vedikin.

Çanda danûstandina hevjînan riyeke çareseriyê ye û pêşxistina wê girîng e

Behiya Mûrad girîngiyê dide çanda danûstandina di navbera du hevjînan de. Her wiha diyar dike ku guhdarkirina li hev rêjeya deprasyonê û aloziyê kêm dike. Danûstandin yek ji riyên çareseriyê yê herî bi bandor e û şopa xwe li ser siberoja zarokan dihêle.

Dozên nûjen

Behiya Mûrad cureya pirsgirêkên nûjen ên ku di çend salên şer û koçberiyê de derketine holê wiha bi bîr dixe û dibêje: “Şer bû sedema koçberiya beşek ji gelê herêmê. Ev pirsgirêkek cidî ye. Ji ber hebûna hevjîn û zarokên wê li vir û hevjîn li derveyî welat, bûye pirsgirêk ku dayik tenê nikarin zarokan xwedî bikin û bav nabin alîkar. Lê her çi bibe jî nabe ku zarok bê dayik û bê bav mezin bibin. Yek ji dozên herî zêde di pênc salên dawiyê de derketiye holê û li dijî wê jî di nava têkoşînê de ne, şantajên elektronîk in. Herî zêde jinên ciwan rû bi rû yê wê tên, bêyî ku tundiyek zêdetir li keçan bibe, em di nav têkoşînê de ne ji bo ku em bikaribin dozên wiha çareser bikin. Lê erka malbatê jî şopandina tevgerên zarokên xwe yên kur û keç e.”

Berê dawî li jiyana xwe dianîn îro serî li malên parastinê û deriyên ewlehiyê didin

Behiya Mûrad guhertinên di salên berê û yên nû de anî beramberî hev û got ku li gorî salên berê, di salên nû de hişyarbûn û têgihîştinek heye. Berê dema jin rastî şantajên elektronîk dihatin dawî li jiyana xwe dianîn lê niha jin û jinên ciwan serî li Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Mala Jin didin û daxwaza parastinê dikin.

Her roj roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e

Behiya Mûrad da zanîn ku ew di heyva Mijdarê de ne û ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ve diçin û got: “Em hemû rojên xwe dikin Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, mêr, zarok û civakê. Yekem nimûne li ser asta cîhanê ku tenê li wir pirsgirêkên jinan tê guhdarkirin û dozên wê bi biryarên wê derê tên çareserkirin, heye ew jî Mala Jin e. Mala Jin li gorî Zagona Malbatê ya di 2022’an de hatiye sepandin, dozên jinan çareser dike.”

Zagon…

Parêzer Ceylan Hemê jî bal kişand ser dozên jinan ên ji Mala Jin ji bo dîwanên dadweriyên civakî tên veguhestin û got: “Ger doza jinek li komun û Mala Jin neyê çareserkirin û hewldanên lihevhatinê bi ser nekevin, ji bo dîwanên dadweriya civakî tê veguhestin û êdî doz ji lihevhatinê dibe zagonî. Jin ji bo ku gilîyek bike rastî zehmetiyên dijwar tên û ji ber tengasiyan neçar dimînin ku dest ji doza xwe berdin û dozê ji dîwanên dadweriya civakî vekişînin. Tengasî ji malbatê dest pê dike, çima? Malbat napejirînin ku keçên wan dozê li hevjînê xwe vekin, ji ber ku mafê wan nabînin. Bi zimanekî civakî ji jinan re dibêjin tu yê me di nava civakê de bihetikînî. Jinên ku dozê li hevjînê xwe rake civak wê bi derketina ji riya adet û kevneşopiya civakî tewanbar dike.

Hê jî jin hene nagihîjin mafê xwe yê zagonî

Ceylan destnîşan rola rûspî û êlên herêmê di vekişandina jinan ji dozên wan re kir û got: “Bi riya zexta hişk û nerm bandorê li jinan dikin ku ji dozên xwe vekişînin û negihîjin mafên xwe yên zagonî.” Ceylana ku dozên gelek jinan şopandiye dibêje ku zanebûna jinan di warê zagonî de pir kêm e û ev dihêle rastî astengiyên zagonî werin, ji ber metirsiyek zagonî çêdibe. Ji lewre jin di navbera du bijarteyan de dimînin, nikarin doza xwe tevî şert û mercên herî dijwar berdewam bikin an jî doza xwe vekişînin û bidestxistina mafên xwe yên zagonî winda dikin.

Ji bo bidestxistina mafan

Ceylan hişmendiyek nû li hemberî hişmendiya baviksalar û mêrsalar a kevneperest gavek erênî ber bi pêkanîna edaletê û bidestxistina mafan, dibîne. Ya ku rê bide edalet û wekheviyê avakirina civakek demokratîk, exlaqî û polîtîk e. Ya ku vê pêk bîne jî jin e.

Bi xwe re di nava şer û têkoşînê de be

Ceylan got ku ji bo jin mafên xwe bi dest bixin divê bi xwe re di nava şer û têkoşînê de bin û li hemberî hişmediya kevneşop bi lêpirsîn û mejiyek analîz tevbigerin. Piştre jinên hiqûqnas û saziyên jinan tên ku parastina wan bikin. Ya girîng ew e ku jin ji xwe dest pê bike.

Jinên dozên xwe vedikşînin kêm bûne

Ceylan dibêje ku di nav salên şoreşê de jinên ku mafên xwe yên zagonî bi dest bixin jî hene û sal bi sal hejmara jinên dozên xwe dişopînin bi ser dixin jî zêdetir dibe û yên vedikşînin kêm dibin. Jinan bi têkoşîna li hemberî hişmendiya civakê û zagonên malbatê, hevsengiyek kêm be jî dikaribûn çêbikin.

Bi peyamek dawî Ceylan bang li hiqûqnasan û yên di saziyên edaletê de dixebitin kir ku di navbera xwe û pêkanîna zagonên hatine nivîsandin û bûye berhemek Şoreşa Rojava de, di nava têkoşînê de bin.