Berdevka TJA Ayşe Gokkan: Em sînorên we nasnakin

Berdevka TJA Ayşe Gokkan di danaşînê de diyar kir ku ew sînoran nasnakin û wiha got: “Divê daxwazên ji bo mîmarê aşitiyê Birêz Abdullah Ocalan pêk were.” Danişin taloqê 29'ê Adara 2024'an hat kirin.

Navenda Nûçeyan-Berdevka Berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku di 28'ê Çileya 2021'ê de li Amedê bi îdiaya "Rêvebera rêxistinê ye" û "endamê rêxistinê" ye hat girtin, di 2'yê Adara 2023'yan de ew şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Derbarê Ayşeyê de bi hinceta "Herêmên qedexeya leşkerî û herêmên ewlehiyê binpê kiriye" û "zerar daye milkê gel" 1 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ji hêla Îstînafê biryar hat betalkirin û carek din doz hat dîtin. 

2'yemîn danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Nisêbîna Mêrdînê hat dîtin. dabû destpêkirin hatibû ve dîtin. Ayşe bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Vîdyoyê (SEGBÎS) tevlî danişînê bû. Parêzerên wê li salona dadgehê amade bûn. Her wiha parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Bêrîtan Guneş û gelek jin beşdarî danişinê bû. 

'Ez ne sînorên we û ne jî dîwarên we nas dikim'

Ayşe Gokkan a ku piştre dest bi parastina xwe kir, diyar kir ku ew nizanin DVD çawa hatiye şikandin û got: “Ev dozek siyasî ye. Ez ji ber dijberiya dîwarê sînor têm darizandin. Ev helwesteke keyfî ye. Ez ne sînorên we û ne jî dîwarên we nas dikim. Tiştekî ku ez ji ber wê bêm darizandin tune. Ez jineke siyasî me û ev doz jî siyasî ye. Ez vê dîwanê qebûl nakim. Ez li dijî sînorên li çar parçeyên Kurdistanê û hemû sînoran im. Sînor tiştekî ku gelan ji hev diqetîne ye. Hestên mirovan ji hev diqetîne. Sînor lekeyek reş e. Ez li dijî sînoran im û li dijî wan şer dikim ji ber ku ew dibin sedema cudabûna navbera mirovan.”

 Şandeya dadgehê ji bo lêkolînkirina belgeyên ku teslîmê dadgehê hatî kirin danişîn taloqê 29'ê Adara 2024'an kir.