Berdana Jiyan Ateş cara 5’an hat taloqkirin

Înfaza Jiyan Ateş a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve, cara 5'an hat taloqkirin.

Enqere – Bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" 12 sal û 9 meh ceza li Jiyan Ateş hatibû birîn û li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin. Tevî di 27'ê Cotmeha 2021'ê de cezayê wê qediyaye jî nayê tehliyekirin. Bi awayekî kêfî berdana wê hat taloqkirin. 

Di hefteyên borî de Lijneya Çavdêrî û Îdareyê dîsa kom bû û tehliyekirina Jiyanê 6 mehan dirêj kir. Me bi xwişka wê Pinar Ateş re hevdîtina telefonê kir. Pinarê di hevdîtina telefonê de diyar kir ku Jiyanê gotiye ji ber wê negotiye ez poşman im û derbasî qawişa azad nebûye loma berdana wê taloq kirine. 

Înfaza Jiyanê cara 5'an hat taloqkirin.