Aktîvîst Soheila Hijab Bidsorkhi hat sirgun kirin
Girtiya siyasî aktîvîst Soheila Hijab Bidsorkhi ya li Îranê girtiye ji Girtîgeha Qerçaxê bi zorê sewqî Girtîgeha Senendcê kirin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2021/11/20220306-sohilahejab21-11-17-pngebfe9a-image.png)
Navenda Nûçeyan – Soheila Hijab Bidsorkhi ya li Îranê bi hinceta “propagandaya li dijî pergalê” û “nerihetkirina raya giştî” hatî darezandin û rastî 18 sal cezayê girtîgehê hat, ji Girtîgeha Qerçaxê bi zorê sirgunî Girtîgeha Senendcê kirin. Paşê jî qedexeya derketina hevdîtinê li ser ferz kirin.